'Li dijî zilmê em ê bibin mertal'

Du kalemêr, du heval, du şivan û du çalakger. Emrê yekê 81 yê din jî 72 salî ye. Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î 44 roj in bi deng û rengê xwe tevlî Nobeda Demokrasiyê dibin.

Du kalemêr, du heval, du şivan û du çalakger, 9 sal berê di çalakiyên nimêja înê ya sivîl ku di çarçoveya raperina gel de dest pê kirî bû, hevdû nas kirin. Ji wê rojê heta roja îro bi hevdû re tevlî çalakiyan dibin. Du kalemêr û du heval ev 44 roj in bê kêmanî tevlî çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman dibin. Lê ruxmê temenê wan yê dirêj jî, du hevalên kalemêr wekî gelek kal û dayikên Kurdistanî her roj li Kolana Lîseyê ya Amedê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di berxwedanê de ne. Her du kalemêrên bi navê Abdulazîz Acir (81) û Fethî Şahîn (72) di jiyana xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane.

TEMENEK TÊR Û TIJÎ BERXWEDAN

Abdulazîz Acir di sala 1938’an de li gundê Hetbê yê Dêrika Mêrdînê hatiye dinê. Acir, di sala 1989’an de ji ber şert û mercên zehmet yên jiyanê koçî Amedê dike. Acir, zêdetirî 45 salan li Mêrdîn û Amedê şivaniyê dike û bi şivaniyê deberiya jiyana malbata xwe dike. Acir dibêje, şivanî karekî gelek xweş û bi keyfe. Acir, geh diçe gund li ber sewalan şivaniyê geh jî li Amedê tevlî xebatên HDP’ê dibe. Acir, 28 sal e bi awayek aktîf di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de dixebite û li her qadê bi xebata xwe derdikeve pêş. Acir, kesek bawermede û 11 sale li mizgefta taxê nêmêj dike û dibêje, ez tu carê li pey melayên sîstemê nimêj nakim û ji kujerên gelê xwe re duayan nakim. Acir, 44 roj in bê kêmanî tevlî çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman dibe û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Acir dibêje, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk berî sed salî çibe, îro jî bi rêbazên qeyûman dewam dike.

‘LI SER ME KURDAN ÊRÎŞ HENE’

Acir, ji roja qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin û li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê dest pê kiriye heta karên xwe yên rojane daye aliyekê û niha tev li çalakiyê dibe. Acir, dibêje: “Li dijî vîn û mafên gelê Kurd êrîş hene, li her devera ku zilm lê hebe, em ê li wê derê li ser pêya bin. Yên ku dê pêşî li van êrîşan bigire, her gelê Kurd bi xwe ye. Di qûrana pîroz de tê gotin, li cihê ku zilim hebe, têkoşîn ferz e. Di 31’ê Adarê de bi berxwedanek mezin me qeyûm ji axa Kurdistanê paqij kir û kesê ku me weke îradeya xwe hilbijart hate li ser xebatê. Ev 44 roj in îradeya me hatiye xespkirin û em li dijî vê zilmê li virin. Êdî tu baweriya min bi vê dewletê nayê û ji niha pê de jî hemû saziyên dewletê ji bo min bê wate ne. Heta ku ez bijim, ez ê li pey heq, edalet û mafê xwe bibim. Em mafdarin û em ê bi serbikevin. Qeyûm dizî û munafiqî ye.”

‘ERDOGAN MINAFIQ E’

Acir, di sala 2011’an de jî tevlî çalakiyên nimêja înê ya sivîl ku di çarçoveya raperina gel de dest pê kirîbû bibû û ev tişt anîn ziman: “Ji sala 2011’an û vir de ez nimêja îna sivîl dikim. Ez ne li dijî mizgeftane. Ji ber ku dewlet û sîstem îdeolojiya xwe ya fermî li ser me ferz dike, ez naçim mizgeftên dewletê. Li taxa me meleya me bi xwe heye û em diçin mizgefta xwe. Ez tu carê li pey meleyên sîstemê nimêj nakim. Ji ber ku li gorî qûrana pîroz naçin û li gorî berjewendiyên dewletê diçin. Dema ku em diçûn mizgeftên dewltê ji bi awayek vekirî heqaret li civaka Kurd dikirin û dua ji Atatork û Erdogan re dixwendin. Ez çima ji kujerên xwe re duayan bikim. Tu eleqeya Erdogan bi ola Îslamê re nîne. Ji Îslamê tiştek fêm nake. Di ola me ya pîroz de direw û zilm nîne. Serê sibê heta îvarî Erdogan direwan dike û zilmê li Kurdan dike. Ev ne ola Îslamê ye ev minafiqî ye. Erdogan bi derew û zilmê minafiqiyê dike. Bi awayek vekirî ol ji bo berjewendiyên xwe bikartîne û li hemberî xwedê derdikeve. Kesên ku ol bike amûr û direwan bike cihê wî li ser vê axê nîne.”

‘XWEDÎ LI MAFÊN XWE DERKEVIN’

Acir bilêv kir ku li Kurdistanê hemû mafên jiyanê li Kurdan hatiye qedexekirin, divê hemû kes alternatîfa xwe ava bike û li dijî vê bêhiqûqiya heyî xwedî li mafên xwe derkevin. Ji bo wê jî ev bang kir: “Divê civak rabe ser piyan. Em tu carî bê alternatif nînin. Em xurtin û em dikarin jiyana xwe bi her awayî ava bikin. Çi ji destê kê tê bila bike. Tevli çalakiyan bibe, li tax, gund û bajaran xwe bi rêxistin bike. Her kesê ku pêşeroja zarokên xwe û gelê xwe difikire, divê vê zilmê qebûl neke. Her roj cihê xwe di van çalakiyan de bigire. Qeyûm xespkirina mafane û li dijî vê xespkirinê rabin li ser lingan.”

KOÇÎ AMEDÊ KIR

Fethî Şahîn di sala 1947’an de li gundê Dêlgur yê Çinara Amedê hatiye dinê û berî 12 salan ji gund koçî Sûra Amedê dike. Şahîn, bi sewlkarî û cotkariyê re mijol dibe. Şahîn, ji zarokatiya xwe heta niha bi şivantiyê debariya jiyana xwe dike û li hemû zinar û çiyayên Kurdistanê geriyaye. Şahîn dibêje, jiyana gundan pir xweş û ger ku ne neçar bûya dê tu demê nehatiye navenda Amedê. Piştî ku kur Apê Şahîn, ji aliyê Hizbullahan ve tê kuştin û ew bi malbata xwe re neçar dimîne ku koçî Sûra Amedê bike. Şahîn, weke hevalê xwe yê kalemêr Abdulazîz Acir, ji roja qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin û li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê dest pê kiriye heta karên xwe yên rojane daye aliyekê û niha tev li çalakiyê dibe. Şahîn dibêje, her serê sibehê radibe û nimêja xwe dike û bi telefonê hevalê xwe yê kalemêr Abdulazîz digere û berî saet 11:00’an tên li kolana Lîsê dest bi çalakiyê dikin. Şahîn dibêje, hevaltiyek wî û Abdulezîz ya qedîm heye û ji hevaltiya wî pir hez dike. 

‘QEYÛM BERTÎL XWARIN Û DIZIYE’

Şahîn li ser mijara qeyûman axivî û diyar kir ku qeyûm weke berê bi bendan û dîwaran dor li şaredariyê girtiye û got: “Vîna gel desteser kirin û li ser qoltixa rûdinên. Me li her deverê dît ku qeyûman çawa diziyê kirin. Di nava 5 mehên dawîn de xelkê Amedê xizmet dît û deriyê şaredariyê ji gel re hate vekirin. Di dema HDP’ê de şaredarî ya gel bû. Niha şaredarî hatiye dorpêçkirin û mirov nikare bendan derbas bike û biçe şaredariyê. Em heta kengî bêdeng bimînin. Em li mafên xwe digerin. Qeyûm bertîl xwarin û dizî ye. Ji xelkê didizin û li dostik û komikên xwe belav dikin. Ji ber vê yekê em ê her bêjin dizî ye. Heta em dawî li neheqî û diziyan û bertîlxarinê bînin wê têkoşîna me dewam bike. Emrê min 72 sal e, 72 sal qeyûm li vir be ez ê li vir bim. Heta ku ez bijîm ez ê li vir bim û xwedî li îradeya xwe derkevim.”

‘LI DIJÎ ZILMÊ EM Ê BIBIN MERTAL’

Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, polîsan bi ava şid û gazê êrîşî girseyê kiribû. Şahîn û hevalê xwe yê kalemêr jî li qadê bû û wiha got: “Ji roja qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin û heta niha ez Abdulazîz li virin. Roja ewil polîan bi ava şid û gazê êrîşî me kir. Emrê me mezine û li ge vê jî polîsan em hedef nîşan dan. Ji roja ewil ve em tên û ji wan natirsim. Ez ê tim bêm. Heta ew paş ve nekişin em ê li vira bin. Ez bang li tevahiya xelkê Amedê dikim ku her roj saet 11:00’an de bên li kolana Lîsê û tevlî çalakiyan bibin. Heta em bêdeng bibin dê rewşa me ev be û dijmin êrîşî me bike. Divê li dijî zilmê em singa xwe bikin mertal.”