Li dijî tecrîdkirina Ocalan li Wêranşarê çalakiya nobedê

Xizmên girtiyan ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, li navçeya Wêranşar a Rihayê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Xizmên girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li navçeya Wêranşar a Rihayê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Çalakiya nobedê li avahiya HDP'ê ya navçeyê dest pê kir. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Pirsûsê, xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Xizmên girtiyan beriya destpêkirina çalakiyê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Surucu diyar kir, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelên Tirkiyeyê ye.

Surucu da xuyakirin, tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, dewlet dixwaze her kesî bike hevparê vê polîtîkayê.

Surucu destnîşan kir, divê her kes li her devera lê ne li dijî vê polîtîkayê dengê xwe bilind bike û got, "Roj ne roja temaşekirinê ye, roja liv û tevgerê ye."

Dayika Mehmet Kanar ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Necla Kanar got, "Em dixwazin dawî li vê zilmê were anîn. Em qebûl nakin ku zarokên me li pêş çavên me bihelin. Êdî bes e."

Piştî daxuyaniyê çalakiya nobedê dest pê kir.