Li dijî talankirina Çavkaniya Mûnzûrê danezanek hate weşandin

Ji bo projeya îmara ya li ser Çavkaniya Mûnzûrê were sekinandan bi navê ‘Em ê destûrê nedin’ danezanek hate weşandin.

Bi pêşengiya Meclîsa Bila Mûnzûr Azad Biherike, gelek saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên ekolojiyê, partiyên siyasî, hunermend, nivîskar, komele, sendîka, parêzvanên mafên mirovan danezanek weşandin. Di danezanê de hate xwestin ku bila projeya îmarê ya li ser Çavkaniya Mûnzûrê were sekinandin.

‘EV PROJEYA HILWEŞANDINÊ YE Û LI DIJÎ BAWERIYA ME YE’

Di danezanê de ev tişt hate diyarkirin: “Di vê pêvajoyê de hatiye xwestin ku li bajarê me gelek proje were çêkirin, hinek jê bi saya têkoşîna hiqûqî û pratîk hatine sekinandin, lê me nekariye em pêşiya hinek projeyan bigirin. Mûnzûr a ku yek ji sembola herî girîng a axa me ye, tevî gelî, çem û çiyayên xwe bûye hedefa sermayeyê. Çavkaniya Mûnzûrê bi hezaran salan diherike û yek ji navenda baweriya Elewîtiyê ye.

Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê û Ajansa Pêşvebirinê ya Firatê bi giştî 8 milyon TL budçe ji vê projeya hilweşandinê re hatiye veqetandin. Vê projeya peysajê ya li dijî baweriya mekanekî me yê pîroz ê baweriya Elewîtiyê ye, tê wateya mudaxeleya li dijî bawerî, çand û bîra me. Em dixwazin diyar bikin ku em ê bi tu awayî destûrê nedin vê mudaxeleyê. Ji ber ku Mûnzûr bi hezaran salan bi herikandina xwe şahidî ji dîrokê re kiriye û him jî dîrok aniye roja me ya îro û bûye yek ji bingeha Dêrsimê.”