Li dijî şewat û talankirinê ber bi Çiyayê Cûdî ve meşiyan

Bi sedan ekolojîst, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, şêniyên herêmê, li dijî şewitandina daristanan û talankirina xwezayê ber bi Çiyayê Cûdî ve meşiyan.

Li dijî şewata daristanan ku hefteyeke li Çiyayê Cûdî dewam dike, li hemberî talankirina xwezaya li ser sînor û li dijî operasyonên dagirkeriyê yên ji 23'ê Nîsanê ve dewam dikin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê li hev civiyan. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Platforma Şaxên Şirnexê ya KESK'ê, ekolojîst û bi sedan kes bi pankarta bi nivîsa "Xweza hebûna mirovahiyê ye, werin em bi hev re li xwezaya xwe xwedî derkevin" ber bi quntarê çiyayê Cûdî ve meşiyan.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari piştî meşê axivî û diyar kir ku sîstema desthilatdariya AKP-MHP'ê xwe dispêre rant û talanê û got, "Her tiştên xwezayê talan dikin. Em bersiva dareke ku li Cûdî tê birîn li Egeyê dibînin. Bersiva dareke ku li Derya Reş tê birîn li Cûdî dibînin."

'EGER EM XWEDÎ LÊ DERNEKEVIN, WÊ BÊHN LI ME BIÇIKE'

Hatîmogûllari diyar kir ku sedema birîna darên li Kurdistanê cuda ye û got, "Dema ku mirov bala xwe dide ser quntarên çiyayê Cûdî yekser kalekol û kûleyan dibînin. Em dibînin bê xweza çawa hatiye talankirin. Jİ ber vê yekê dawî li talankirina xwezayê, dawî li şewatê nayê. Bi birîna daran tolê ji gelê Kurd hiltînin. Nabe ku mirov vê rewşê tenê weke pirsgirêka vê herêmê bibînin. Ev yek pirsgirêka cîhanê ye."

'ÇIYAYÊ CÛDÎ ÇIYAYÊ ME YE'

Hatîmogûllari bi dewamî anî ziman ku li Cûdî li gel şewitandina daran her wiha zindiyên li nava xwezayê jî tên kuştin û got, "Çiyayê Cûdî çiyayê me ye. Mîna Ege, mîna Derya Reş. Em ji vê xakê ne. Em ê li ber hemûyan rabin. Pirsgirêka bingehîn aştî ye. Em ji mirinê, ji rijandina xwînê westiyan. Yên mirin jî yên kuştin jî westiyan. Ev cografya ji tundiyê westiya. Eger ev talan dewam bike wê êdî li ser avê şer biqewime. Em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe dewam bikin."

'ŞEREKÎ QIRÊJ DIMEŞÎNIN'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku şerekî qirêj tê meşandin û got, "Xwezaya me talan dikin. Di vî şerî de ya herî zêde zerarê dibîne xweza ye. Ev êrişên li ser xwezayê jî qadeke rantê diafirîne. Ne tenê xwezaya Kurdistanê her wiha xwezaya Tirkiyeyê jî di nava metirsiyeke giran a talanê de ye."

Ozturk diyar kir ku yê çar aliyê Kurdistanê talan û qir dike, dewlet bi xwe ye û got, "Ev xweza ne tenê ya Kurdan e. Bi şewitandinê, bi talankirinê hûn ne tenê mîrateya mirovahiyê tune dikin, di heman demê de zindiyên li nava xwezayê jî tune dikin. Ev talankirina xwezayê metirsiye li ser paşeroja mirovahiyê. Em vê yekê qebûl nakin. Ne tenê Kurd divê gelên Tirkiyeyê li ber vê komkujî û talanê rabin."

'HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE TALAN Û QIRKIRIN JÎ NAQEDE'

Ozturk di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe talan û qirkirin jî naqede. Em ji vir bang dikin; her kesên li Tirkiyeyê divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tevbigere. Êdî divê tecrîda li ser lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di dawiya çalakiyê de jî heyetê serdana esnafan kir û berê xwe da navenda bajarê Şirnexê.