Bi ser komploya navdewletî re ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin, 18 sal derbas bûn. Endama Dîwana Edelatê ya KCK’ê Rûken Perî pêvajoya destpêkê ya komployê û geşedanên piştî wê ji ajansa me ANF’ê re nirxand.
HEMÛ HÊZÊN ALTERNATÎF HEDEFA KAPÎTALÎZMÊ NE
Endama Dîwana Edelatê ya KCK’ê Rûken Perî diyar kir ku komploya navnetewî li Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdan hatiye kirin û dema ku mirov li geşedanên siyasî yên niha dinere ti cihêtiyeke wiha zêde nîn e. Perî diyar kir ku ew komloya li ser Ocalan û gelê Kurd şermezar dike, berxwedana lı Imraliyê ya Ocalan û hevrêyên ku di çalakiya ‘’hûn nikarin roja me tarî bikin’’ de jiyana xwe ji dest dane slav kir. Perî axaftina xwe wiha domand:
‘Divê em bi berfirehî li komployê binerin ku 18 sal di ser re derbas bûne. Biya min ku mirov di 15’ê Sibatê de Rêbertî weke şexsekî bibîne yan jî mirov bibêje ji bo têkoşîna çekdarî bi rê ve dibir li ser Rêbertî komplo hate kirin wê pir kêm bimîne. Ku em pêvajoya siyasî ya berdest bînin ber çavan, mirov dikare bibêje kaosa ku li Rojhilata Navîn pêk hatiye beriya bi 18 salan hatiye plankirin, ji bo ev plan jî pêk werin, hemû hêzên altarnatîf a li pêşberî modernîteya kapîtalîst diviya ji holê bihatana rakirin. Diviya mirov ji vê hêlê ve li komployê binere. Dema ku mirov li pêvajoya komployê ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêbertiya me kirin binere û mirov li geşedanên niha yên siyasî binere, mirov dibîne ku ti cihêtiyeke wiha zêde nîn e.’’
‘DINYA RÛYÊ WAN Ê RASTÎN DIBÎNE’
Rûken Perî diyar kir ku bûyerên li Rojhilat û bi taybetî jî li Rojava bûne girêk, terorîzma ku bi DAIŞ’ê re derxistin holê, ji komploya sala 1999’an zêde ne cudatir e û wiha domand: ‘Bi geşedanên neyênî yên Tirkiyê, di demên dawiyê de lîstika Erdogan a ku dixwaze bibe yek zilam, di hilbijartina Emrîkayê de serketina Trûmp çûna dinyayê ya ber bi yekdestiyê ve, bêdengkirina dengên cdihê, şikandina hêviyan, em dibînin ku sîstemeke wiha ya ku dixwazin mirovan bêvîn bike ava dibe.’’
Perî diyar kir ku hemû dinya îro wan ne bi maske lê bê maske dibîbîne û got, tekana rêya pûçkirina komployê xwedîderketina li dahurînin Abdullah Ocalan e û wiha dom kir:
‘’Dinya rûyê rast ê Trûmp jî ê Erdogan jî dibîne. Diyar e ku dixwzin komployê li ser tevahiya dinyayê bidomînin. Rêbertî jî di parastina xwe de dibêje, ‘’Di serdema niha de ku em tê de dijîn, di serdema modernîteya kapîtalîst de, em şerê di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk dibînin. Di vê pêvajoyê de ji bo ku komplo were pûçkirin divê mirov li analîzên Rêbertî xwedî derbikeve. Îro ji her demê bêhtir em dibînin ku perspektîfên ku Rêbertî nîşan dide çi qasî rast in.
‘DIVÊ BERSIVA ‘NA’ JI BO HÊZÊN EMPERYALÎST Û DÎKTATORIYÊ WERE DAYÎN’
Perî bal kişande ser bêdengiya ji ber zextan a vê dema dawî jî wiha got: ‘’Di salvegera 15’ê Sibatê de em dibînin ku ji 15’ê din ê Sibatê cudatir di nav gelan de bêdengiyek heye. Li Tirkiyê gelên ku li ber xwe didin, çapemeniya ku bêdeng nabe, hemû hêzên ku li dijî pergalê ne hewl tê dayin werin bêdengkirin, di zindanan de werin terbiyekirin. Ji bo vê jî li Kurdistanê û Tirkiyê divê perdeya bêdengiyê were hilanîn. Di serî de Kurd divê hemû gel dawî li vê bêdengiyê bînin û ji bo siberoja xwe ava bikin divê di berxwedanê de bibin yek. Divê li hêviyê xwedî derbikevin.’’
Endama Dîwana Edelatê ya KCK’ê Rûken Perî diyar kir li jiyanê tekane rê ew e ku berxwedan were serwerkirin û bang kir ku hemû gelên ku wê biçin dengdanê ji dîktatoriya yek zilamî re bibêjin ‘na’:
‘’Di rojeke wiha de girîng e ku mirov xwe li hev bipêçe û berxwedanê geş bike. Ji gelê Kurd û ji hemû gelên din hêvî û bendewariya me ev e. Em li bendê ne ku gel çalakiyên wiha li dar bixin ku bikaribin komploya 15’ê Sibatê pûç bikin, di pêvajoya berxwedanê de çalakiyan mezin bikin, hem li dijî hêzên emperyalîst û hem jî li dijî faşîzma li welatê xwe, li dijî dîktatoriyê bibêjin, ‘na’’’