Li dijî komplo û dagirkeriyê ciwanên Şengalê meşiyan

Ciwanên Şengalê li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Gare meşiyan.

Meşa ku bi pêşengatiya Yekîtiya Ciwan ên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) pêk hat, li taxa Heyînesir a Şengalê dest pê kir. Gelek ciwanên Êzidî tevlî meşe bûn.

Li ber navenda Asayişa Êzidxanê girse kom bû û li ser navê YCÊ û YJCÊ’ê daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê YCÊ’ê Xemgîn Şengalî ve hate dayîn, di serî de komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin û di heman deme de berxwedana gerîla ya li Garê hate silavkirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de da zanîn êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Gare û li ser Şengalê berdewamiya komploya 15’ê Sibatê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin divê li hemberî hemû êrişên dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo parastina destkeftiyên Şengalê ciwanên Êzidî amade bin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Êzidî hate kirin, xwedî derxetina li Êzidxanê, xwedî derketina li Garê, di heman demê de xwedîderketina li azadiya Rêber Apo ye.