Li dijî dagirkirina Efrînê li Kolnê meşeke mezin tê kirin

Êrîşên dewleta dagirker a li ser Efrînê li Elmanya Kolnê wê bi meşeke mezin were şermezarkirin.

Endama Komîteya Amadekar a Meşê û Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan bang li hemû derdoran kir ku tevlî meşa Kolnê bibin.

Kurdên li Elmanya dijîn, tevgerên çepgir ên Tirkiyeyî, derdorên demokrat ên Elman, Ermen, Asûr-Sûryan, Elewî wê tevlî meşê bibin. Meş bi dirûşma ‘’Li dijî mêtinger û dagirkeran ‘Her der Efrîn e her der cihê berxwedanê’  saet 10.00’an li Kolnê, Eberplatzê dest pê dike. Tê payin ku 100 hezar kes tevlî meşê bibin.

 ‘HER DEVER EFRÎN E Û TÊKOŞÎN E’

Endama Komîteya Amedakar û Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan got dewleta Tirk 20’ê Çile bi êrîşa  li ser Efrînê polîtîkaya îmha û înkarê hatiye sazkarkirin, hêzên navdewletî jî dane pişta xwe û ev polîtîkata tê meşan û got: ‘’Li dijî vê em her roj li kuçeyan in. Em ji bo ku helwesta Elmanya û hêzên navnetewî şermezar bikin li ser piyan in. Meşa 27’ê Çile jî bi vê mebestê ye.’’

Kaplan bang li hemû Kurdên li Elmanya kir ku tevlî meşê bibin û wiha got: ‘’Êrîşek li ser nirxên Kurdan heye. Em dibêjin em van êrîşan qebûl nakin. Di serî de Kurd em bang li hemû kesî dikin ku tevlî meşê bibin. Roj roja hevgirtinê ye û li dijî şer derketina li meydanan e. Ji şer, faşîzm û polîtîkayên şer re na. Her der Efrîn e, her der têkoşîn.’’