Li dijî dagirkeriya Tirk li ser medyaya dijîtal kampanya îmzeyan hate destpêkirin

Bi armanca pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê rojnamevan û kesayetên cuda ve li ser tevna dijîtal kampanyeke îmzeyan hate destpêkirin.

Bi armanca rêgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk, ji aliyê rojnamevan û çînên cuda ve li ser medyaya dijîtal kampanyek îmzeyan hatiye destpêkirin. Ji kampanya ku duh destpêkirî ve zêdetirî 500 îmze hatine komkirin. Wê di dawiyê de jî îmzeyên hatîn komkirin radestî nûnerên welatên cihanê bikin.

Ji 7’ê Nîsana 2021’ê û vir ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê li ser tevana dijîtal a a Facebookê kampanyek îmzeyan hatiye destpêkirin. Di derbarê armanca kampanyê de jî daxuyaniyek hate belavkirin.

Kesên ku tevli kampanyê bûne, rojnameger, nivîskar, hiqûqnas, mamostayên zanîngehê, çalakvan, çavdêrên siyasî û ji çînên din ên civakê ne.

Di daxuyaniyê de bang li Serkereterê Giştî yê NY Antonîo Guterres, Seroka Meclîsa Nûnerên Dewletên Yekbûyî ya Emerîka  Nancy Pelosi, Serokê Dewletên Yekbûyî ya Emerîka Jeo Bîden, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Meclîsa Wezîran a Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî, Wezîra Derve ya DYE’yê Antony Blînken, Seroka Komîsyona Ewropa Ûrsûla Van Der Leyen, Emîrdarê Giştî yê Komkara Ereb Ehmed Ebulxeyt, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayîq tê kirin.

Di daxuyaniya ku hatî belav kirin de tê gotin; “Artêşa Tirk êrîşek berfireh li ser deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Li gorî gotina serokê Tirkiyeyeyê armanc nehiştina PKK’ê ye. Lê di rastiyê de ev hewildaneke dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirkiye ji sala 1983’an ve bi heman behaneyan êrişan li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkanîne. Di van êrîşan de tenê xelkê sivîl yê deverê ziyanê dibînin. Ev êriş bandorek nerênî li ser aramiyê, rewşa siyasî, aborî ya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî çê dike.”

Di dewama daxuyaniyê de bal têkişandina ser armanca kampanya wan pêşîlêgirtina dagirkeriya dewleta Tirk e. Kampanya berdewame û heta niha zêdetirî 500 îmze hatine komkirin. Tê payîn ku gelek kesayetên siyasî, parlementerên Iraqî û aliyên siyasî tevli kampanyê bibin.

Piştî kampanya bi dawî hat wê îmzeyên ku hatine komkirin radestî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Amerîka, Ewropa, Komkara Erebî, serokkomarê Iraqê, serokwezîrê Iraqê, serokê parlementoya Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û seroka parlementoya Herêmê bikin.