Li Dîgorê xebatên ‘NA’
Ji referanduma 16’ê Nîsanê re demekî kurt ma, li Dîgorê xebatê ‘NA’ bi lez bûn.
Ji referanduma 16’ê Nîsanê re demekî kurt ma, li Dîgorê xebatê ‘NA’ bi lez bûn.
Li Qersê xebatên referandûmê bi hemû leza xwe didome. Di çerçovê xebatan de ji bo ‘NA’ gundên girêdayê navçeya Dîgor a Qersê, gel tê ziyaret kirin.
Di xebatên referandûmê de endama MYK a HDP’ê Arîfe Çinar, Hevserokê HDP’ê yê bajarê Qersê Cengîz Topbaşli, rêveberiyên HDP’ê bajêr û rêveberiyên HDP-DBP’ê yên navçeya Dîgorê cih girtin.
Rexmê baran û hewaya sar gel eleqeyek mezin nîşanê xebatên referandûmê dan. Di dema belavkirina belavokên ‘NA’ yê de, koma xebatkar û gel bi hevre govend gerandin.