Li dibistanên Wanê zimanê Osmanî tê hînkirin

Hikumeta AKP'ê ku li Wanê kreş û dibistanên bi Kurdî perwerde didan girt, li dibistanan giranî daniye ser Erebî û Osmanî. Gelek dibistan kirine mîna mizgeftê.

Li gelek cihên Wanê, kursên ji bo zimanên Erebî û Osmanî tên dayin. AKP ku bi polîtîka Tirkkirin û Erebkirinê tevdigere, bi hezaran koçber jî li Wanê bi cih kirine û bi vî rengî dixwaze armanca xwe bi cih bîne.

Hikumeta AKP'ê bi biryarnameyên rewşa awarte re hemû komele û dibistanên bi zimanê Kurdî girt. Hikumeta AKP'ê û qeyûm, beriya niha dibistna Fatma Tokat a bi zimanê Kurdî perwerde dida, girtin. Li kreşa Kurdî ya Perperokê jî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî ve hatibû vekirin, perwedeya bi Kurdî qedexe kir û navê Perperokê jî guherand û navekî Tirkî lê kir. Şaxên Kurdî-Derê yên li Wanê û navçeyên wê jî girt.

Zîhniyeta AKP'ê ku li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê yê gelê Kurd asteng e û li her qadê Kurdî qedexe dike, di serî de zimanê Osmanî zimanê Erebî derdixîne pêş. Piştî ku Rewşa Awarte hate ragihandn bi sedan kursên Erebî û Osmanî hatin vkeirin. Hejmara dibistanên Îmam Hatîp zêde bû. Zarokên Kurdan jî bi zorê li van dibistanan tên qeydkirin. Dibistan kirine mizgeft. Avahiyên dibistanan jî şibandine mizgeftê.