Li Dersimê zîhniyeta komkujiyê dewam dike: Muzeya Tûncelî

Leşkergeha ku Qirkirina Dersimê lê hate birêvebirin, kirin muze. Navenda Lêkolînên Dersimê diyar kir ku lêkirina navê Muzeya Tûncelî nîşan dide ku zîhniyeta wê demê dewam dike.

Avahiya li navenda bajarê Dersimê ku di salên 1935 û 1937'an de weke leşkergehê hate avakirin û heta sala 1949'an hate bikaranîn, veguherandin "Muzeya Tûncelî". Ji bo vê leşkergeha ku weke cihê birêvebirina Qirkirina Dersimê û cihê êşkenceyê tê naskirin, rêxistinên civakî yên sivîl dixwestin ku bibe navend bîrê.

'NAVÊ OPERASYONÊ LI MUZEYÊ HATE KIRIN'

Navenda Lêkolînên Dersimê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gel pêniyarên saziyan û komeleyan jî Muzeya Tûncelî hate vekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev cih xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Cihê birêvebirina komkujiyê ye. Aliyekî xwe yê bi vî rengî giran û bi êş heye. Me xwest ku ev der weke navenda bîrê bimîne. Em dibînin ku daxwaza me qebûl nekirine. Lêkirina navê Muzeya Tûncelî nîşan dide ku zîhniyeta wê demê dewam dike."