Li Dersimê wesayita zirxî hate îmhakirin: 4 leşker mirin

Hêzên gerîla li Dersimê li dijî wesayiteke leşkerî çalakî kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê ev daxuyanî weşand:

"Hêzên me 11'ê Gulanê saet di 13:30 de li navçeya Hozat a Dersimê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa akrep a artêşa TC a dairker ku li ser rêya qereqola Amûtkayê bû, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

Di şeva 11'ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qada Sinûnê ya herêma Xakurkê û qada Tepê Sor a herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."