Li Dersimê tundî û destavêtina li jinekê

Li navçeya Xozadê ya Dersimê, mêrê bi navê Oktay G. 7 mehan E.A. bi zorê girt. Bi mehan lê da û dest avêt E.A.

Li gundê Kilîse ya bi ser navçeya Xozad a Dersimê ve E.A. (22) ku bi Oktay G. (27) re dijiya 7 mehan hat desteserkirin û bi tundî, gef û destdirêjiyê re rûbirû ma. E.A. ya 7 mehan desteserkirî ma agahî da bavê xwe û li ser vê yekê tiştên hatine serê wê derketin holê.

E.A. di 14’ê Gulanê de çû Fermandariya Cendirmeyan a Xozatê û giliyê Oktay G. kir û li ser vê yekê cendirmeyan Guler binçav kir. Lê ji ber ku E.A. tirsiya derbarê G. de îfade neda. Ji ber vê yekê derbarê Guler de biryara dûr xistinê hat dayîn.

TUNDÎ, DESTDIRÊJÎ Û GEF

Platforma Jinan a Dersimê çû mala E.A. û serdana wê kir. E.A. destnîşan kir ku ji ber ew tirsiyaye derbarê Oktay G. de gilî nekiriye û got: “Tenê derbarê wî de biryara dûrxistinê dan û serbest berdan. Ez çûm nexweşxaneya dewletê ya Dersimê û min rapora lêdanê wergirt. Êvaran min dixist odeyê, derî li ser min radida û bi zincîrê lingê min girê dida. Ez her tim bi tundiya fizîkî, destdirêjî û gefên wî re rûbirû mam. Em bi dayik û bavê wî re li heman malê diman. Lê belê tevî ku em li malekê diman jî nedihişt ku ez dayik û bavê wî bibînim.”

E.A. duh dîsa çû Fermandariya Cendirmeyan a Xozatê û derbarê G. de gilî kir. Li ser vê yekê G. hat binçavkirin û hêj di binçavan de tê ragirtin.

Platforma Jinan a Dersimê diyar kir ku ew ê ji bo E.A. piştevaniya hiqûqî û derûnî bike.