Li Dersimê li 3 cihan çalakiyên gerîla: Herî kêm 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlay yên li 3 cihên cuda yên Dersimê de herî kêm 8 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hate kirin, çalakiyên li herêma Dersimê di navbera 15-19’ê Gulanê de pêk hatine.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku çalakî 19’ê Gulanê li dijî artêşa TC ya ku rojekê derdorî gundikê Çakmak ê girêdayî navçeya Xozat a Dersimê xistibûn dibin kontrolê de, hate lidarxistin.

HPG’ê ev agahî da: “saet 11:15’an de çalakiya bi çekên ferdî hate lidarxistin, çaperek hate rûxandin û 2 leşker ahtin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi wesayîtên zirxî ve kuştî û birîndarê xwe ji qadê rakirin.”

YEKÎNEYEKÎ VEŞARTÎ HATE KONTROLKIRIN

Hate diyarkirin ku gerîlayan li sirtên Harkîsê leşkerên Tirk kirine hedef. Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyê ev agahî hatin parvekirin:

14’ê Gulanê hêzên me li sirtên Dokûzkayayan a girêdayî Dersimê yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk xistine bin kontrolê. 15’ê Gualnê yekîneya ku ji 10 kesan pêk dihat, dema ku li sirtên Hakîsê kom dibûn bi çekên ferdî çalakiyek hate lidarxistin. Di encama navbere kurt û bi awayê lêdana xurt de ji leşkeran 6 hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin. Her du çalakiyên ku hatin lidarxistin ji bo hevrêyên me yên li Dersimê şehîd ketine hatiye lidarxistin.

GERÎLAYÊ BIRÎNDAR BOMBEYA XWE LI SER XWE TEQAND

HPG’ê diyar kir ku li Dersimê dema ku gerîlayê xwest li dijî qereqola polîsan a li navendê çalakiyekê bike hate ferqkirin ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe bi xwe de teqand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “17’ê Gulanê saet di derdorî 1500-16:00’an de gerîlayê bi navê Mahîr Mûş, bi însyatîfa xwe li geliyê Mûnzûrê dest dane ser wesayîtekê, berê xwe dide qereqola polîsan a li navenda Dersimê û dixwaze çalakiyekê lidar bixe. Dema ku hate ferqkirin, li noqteya kontrolê bi dijmin re dikeve şer û piştî birîndar dibe ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe bi xwe de diteqîne.”

LI ÇELKÊ ÇEPERÊN LEŞKERAN HATIN DERBKIRIN

Di dewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

15’Ê Gulanê saet 06:30’an de artêşa Tirk bi alîkariya helîkopterên bi tîpa Kobra li herêmên Kokuzkayayan, Bezîk, Zîlan, Çala Ereban dest bi operasyonê kirine. Operasyon 17’ê Gulanê di saetên şevê de bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

19’ê Gulanê saet 09:00’an de li dijî leşkerên li ser Girê Çeperên Şêxa ê lûtkeya herî jor a Qereqola Aşût a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya gelek çepere hatin derbkirin de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zanîn.