Li Dersimê kalekî 65 salî hate destgîrkirin
Li navçeya Pilemûriyê ya Dersimê roja Çarşemê di dahnê êvarî de kalekî bi navê Velî Yildiz ê ji navçeyê hate destgîrkirin.
Li navçeya Pilemûriyê ya Dersimê roja Çarşemê di dahnê êvarî de kalekî bi navê Velî Yildiz ê ji navçeyê hate destgîrkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsan li navçeya Pilemûriyê girtine ser mala kalekî 65 salî yê bi navê Velî Yildiz.
Hate diyarkirin sedema serdegirtinê ‘şahidekî veşartî ye’ û Yildiz bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hate destgîrkirin.
Tê payîn ku Yildiz îro derxînin dadgehê.