Li Dêrsimê hejmara binçavkirinan gihişt 39 kesan
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên ku li navenda Dêrsîmê destpê kirî , hejmara kesên li bajêr hatînûn, binçavkirin gihişt 39 kesan.
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên ku li navenda Dêrsîmê destpê kirî , hejmara kesên li bajêr hatînûn, binçavkirin gihişt 39 kesan.
Di operasyonên hemxwet ên li ser endam û rêvberên Partiya Sosyalîts a Bindestan (ESP) ên li navend û bajarê Dêrsimê de 39 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Pulurê Endamê Meclîsa Şaredariyê Akin Gedîk, Alî Oz, Îhsan Oz, Keyeyê GundêMezin (büyükköy) Kazim Sabur, Keyeyê Çaxperî Hsan Yûmûk, Keyeyê Gundê Kozlûca Aslan Akgul, Keyeyê Gundê Burnak Abûzer Gungor, Keyeyê Gundê Kizik Mesût Aslan, Îbrahîm Aslan, îrgan Ekîcî, Erkan Kil, Gultaze Yeleser, Serdal Îlîk, Erdal Îlîk, Hasret Îlîk, Cafer Îlîk, Hasan Sal, Kazim Sedeg, Hûseyîn Kanar, Dûrsûn Guzel jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.
Dîsa Yunus San, Mûrat Erdogan û Umut Garip ku li Pulurê dimînin, li Stenbolê hatin binçavkirin û anîn Dêrsîmê.
LI NAVENDA BAJÊR 13 BINÇAVKIRÎ
Di serdegirtinên malan ên li navenda bajêr de, Hasan Yildiz, Vedat Emîr, Volkan Çîçek, Hakan Kavût, Sînan Sariataş, Metîn Akyuz, îlka Çemîşîk, Huseyînê ku paşnavê wî nehat zanîn, Endamê Meclîsa Partiya HDP'ê Alî Ekber Kaya, Endama berê ya MYK ESP Başak Baydar, Endama Meclîsa Partiyê a ESP'ê Beren Atici, Rêveberê HDP'ê yê bajêr Huseyin Dagdevîren, Rêveberê ÎHD'ê Huseyîn Mavî hatin binçavkirin.
SEROKÊ GIŞTÎ YÊ ESP'Ê OTLÛ JÎ WÊ BÎNIN DÊRSIMÊ
Serokê Giştî yê ESP'ê Çîçek Otlû ku li Stenbolê hat binçavkirin, Serokê ESP'ê yê Amedê Ramazan Karakaya û Mûstafa Nacî Toper jî hat zanîn ku wê bînin Dêrsimê.