Li Dersîmê daristan şewitandin, vemirandin jî qedexe kirin

Şewata ku artêşa Tirk li Xozat a Dêrsimê derxistibû 5 rojin dewam dike. Valîtiyê qedexeya ketina qadên daristan ragihand.

Artêşa Tirk 30’ê Tîrmehê li navçeya Xozat a Dêrsimê operasyonek dabû destpêkirin ku di encamê de agir bi daristanan xistin, şewat 5 rojin didome. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl yên xwestin biçin qadê û şewatê vemirînin jî bi raginhandina qedexeya ketin û derketina daristanan ya ji aliyê valîtiyê we hatin astengkirin. Valîtiyê qedexeya ketin û derketina nav daristanên navenda Dêrsim û navçeyên Xozat, Ovacik, Plumur, Nazimiye û Mazgirtê heya 1’ê Îlonê ragihand.

Navê cihên hatinî qedexekirin wiha hate rgihandin: “Qadên daristanî yên herêmên Çalkiran, Gundê Pinar, Çîçeklî, Daloren, Vezgur, Aktûlûk, Geliyê Mûnzûrê, herêmên Alîbogazi, Semûşagi, Karaçavûş, Yenîbaş, Boydaş, Çakmakli yên girêdayî Navçeya Xozat, herêmên Karataş, Bûzlûtepe, Karaoglan ên girêdayî navçeya Ovacik, herêmên Kabayel, Mezra, Kizilmescît, Salordek, Geliyê Pulumurê yên girêdayî navçeya Pulumurê, Buyukyûrt, Alacik, Çirali, daristanên Bezîk, Dogantaş, Dereova, Yîgîtler yên girêdayî navçeya Nazimiyê û qadên daristanî yê herêma Dallibel a girêdayî navçeya Mazgirtê."