Li Dersimê amadekarî ji komkujiyê re tê kirin: Metirsî mezin e

Li Dersimê ku ji aliyê etnîkî, dînî, sosyo-polîtîk û xwezaya xwe ve xweser e, eger projeyên madenê yên destûr hatine dayin bi cih bê anîn, wê talaneke mezin li ser jiyan û baweriyê çêbibe.

Dersim li gel xweseriya xwe ya etnîkî, olî, nasnameya sosyo-polîtîk û dîrokî, her wiha bi taybetmendiyên xwe yên cografîk yek ji bajarên herî bedew ên Kurdsitanê ye.

Li Dersimê ku her parçeyek ji xwezayê pîroz tê dîtin, bi têkoşîna xwe ya li dijî bendav, nêçirvanî û madenkariyê ku gefê li pîroziyên vî bajarî dixwe, timî di rojevê de ye.

Bi qasî ku hatiye tespîtkirin, li qadeke bi mezinahiya 62 hezar û 285 hektarî destûra lêgerîn an jî sontajê hatiye dayin.

Eger ev projeyên madenkariyê bi cih werin anîn wê li Dersimê bandor li zêdeyî 50 gund û bi dehan gundikan bibe.

Bi pêkhatina projeyên madenkariyê re qada daristanî ya navbera navenda Dersimê û navbera Pilur û Xozadê bi temamî tune bibe. Ji bo van projeyan destûrname hatiye standin û eger destûrên qanûnî hemû bêne wergirtin wê dema bê bi cih werin anîn.

Qada ku ji bo projeyên zêr, paxir, krom û zirîç destûrname hatiye dayin ji 62 hezar hektarî jî zêdetir e.

Li rêzeçiyayên Mûnzûrê, li çiyayên Helê û derdora Çiyayê Bagir ê Pîlemuriyê, li gelek herêmên Demenan, Haydaran, Qisle û çiyayê Bûyerê madenkarî tê kirin. Eger ev proje bi cih werin anîn talan û komkujî wê gelekî mezin be.

Hin ji wan jî wiha ne:

"Derindere, Mercimek, Yelören Mah, Işıklar Mevki, Kolankaya, Yeniköy, Akbayır  (Cankurtaran), Tozkoparan, Çevirme, Günboğazı, Gözen, Kurukaymak, Yüceldi, Buzlutepe, Uzundal, Doludibek, Karaoğlan, Aktaş, Bilgeç, Kuşluca, Elgazi, Kızık, Söğütlü, Hanuşağı, Topuzlu, Burnak, Karayonca, Aşlıca, Sarısaltık, Garipuşağı, Bağırpaşa Dağı, Karagöz, Dağbek, Sağlamtaş, Kırdım, Aşağı Bostanyurdu, Yukarı Bostanyurdu, Işıkvuran, Otlubahçe, Çemberlitaş, Kozluca, Hanife Mahallesi, Geyiksuyu, Atadoğdu, Taşıtlı, Uzundal, Aşlıca, Cevizlidere, Karataş."