Li Cûdiyê cerdevan kemînan datîne

Operasyona artêşa Tirk a li Cûdî dayî destpêkirin dom dike. Cerdevanên ku tevlî operasyonê bûne bi awayê yekîneyên veşartî kemînan datîne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, 20 cerdevanên ku li deverên Bilika, Girê Hirmo, Sefîne û Hesena yên Cûdiyê derketine operasyonê bi awayê 5 kom li hinek deveran bi cih bûne, kemînan datîne.

Operasyona artêşa Tirk a dagirker ku li Cûdî dabû destpêkirin dom dike. Cerdevanên ku tevlî operasyonê bûne li deverên Bilika, Girê Hirmo, Sefîne û Hesena bi awayê veşartî xwe bi cih dikin û kemînan datînin.

Artêşa Tirk a dagirker 16’ê Nîsanê bi tevlîbûna 300 cerdevan û 2500 leşkeran zêdetir li herêmê dest bi operasyonê kiribûn.