Li Cûdî amadekariyê operasyonê tên kirin

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê xwe ji bo operasyonekê amade dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker xwe amade dike ku li devera Eynikê ya li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê operasyoneke berfireh lidar bixe.

Di operasyona tê fikirîn bi desteka balafiran jî pêk bê de, agahiyên ku wê hinek cerdevan jî tevlî bibin hatin parvekirin.

Artêşa Tirk di meha Tebaxê ya borî de bi êrîşên li deverên Cûdî û Şirnexê lidar xistibûn, agir bi daristanan xistibûn.