Li Colemêrgê terora dewletê

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven bal kişand ser dorpêça hêzên dewletê ya li ser bajêr û diyar kir ku bi rêya vê terorê hewl didin şêniyên bajêr bitepisînin.

Li Colemêrgê ji sala 2015'an ve kiryarên rewşa awarte hene. Li ketin û derketina bajêr û li her taxê nuqteyên kontrolê yên polîsan hene. Hema bêjin her çalakiyeke HDP'ê tê astengkirin. Zexta sîxurkirinê ya li dijî ciwanan jî herî zêde li Colemêrgê tê kirin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven li ser zextên li Colemêrgê ji ANF'ê re axivî. Seven diyar kir ku li Colemêrgê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û got, "Ciwanên me teşwîqî narkotîkê tên kirin. Mîna li Êlihê, li Colemêrgê jî leşker, polîs êrişî jin û zarokên me yên keç dikin. Bi rêya qedexeyan Colemêrgê îllegal dikin. Dema ku mirov ji vir diçe Şemzînanê di 20 nuqteyên kontrolê re derbas dibin. Ev hemû ji bo çavtirsandinê ne."

Seven diyar kir ku hejmara leşkerên li Colemêrgê hatine bicihkirin ji şêniyên herêmê zêdetir e û got, "Hilbijartinên dawî bi dengên leşkeran ji dest çû. Li vê derê zext li her kesî tê kirin, ji ber ku hejmareke zêde ya leşkeran heye. Dema ku bi navê partiyê em karê xwe dikin, diçin serdana malan û esnafan, yekser li wan deveran lêgerînê dikin. Gefa 'em ê tiştên nebaş li zarokên we bikin' dixwin. Hûn berê xwe bidin ku li wir dorpêçiyê dibînin."

Seven ragihand ku li nuqteyên polîsan destdirêjî û zexta sîxurkirinê li ciwanan tê kirin û bal kişand ser êrişên zayendî yên li dijî jinan. Seven anî ziman ku gelek bûyerên li Colemêrgê qewimîn di nava malbatê de mane, ji ber ku hem xwe ji dewletê vedigirin hem jî ji ber eşîrtiyê naxwazin bê bihîstin. Seven got, "Li her taxê nuqteyên kontorlê yên polîsan hene. Dema ku mirov diçe marketekê jî kesên bi çekên giran dibînin. Di her kêliyê de dikarin çekê li mirovan bikişînin. Tirsek heye, hem tirsa dewletê hem jî ya eşîrê."

Seven bal kişand ser zextên li ser partiya wan û anî ziman ku AKP timî çalakiyan li dar dixe, lê belê HDP dema ku belavokekê jî belav dike tê astengkirin. Seven destnîşan kir ku li gel vê yekê jî karê wan li nava gel bersiva xwe dibîne."