Li Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk ên di operasyonê de çalakî

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ku li Colemêrg Oremarê û herêma Simbilê derketibûn operasyonê çalakiyek li dar xistin. Jêderken xwecih diyar kirin ku kuştî û birîndarên leşkeran hene.

Operasyona ku artêşa Tirk li Colemêrg, Oremar û Simbilê 11’ê Îlonê dayî destpêkirin didome. Li gorî jêderkên xwecih hêzên gerîla 18’ê Îlonê êvarî li Girê Berxa li dijî artêşa Tirk çalakiyek kiriye.

Hate diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayan de kuştî û birîndarên leşkeran hene lê agahiyeke zelaltir nehate bidestxistin.

Ji aliyê dî ve jî operasyona li Colemêrg Cîloyê didome. Hate gotin li vir jî car caran şer derdikeve. Tevgera hewayî jî li herêmê didome.

Her wiha balafirên şer ên Tirk 18’ê Îlonê saet 17.00’an çiyayê Şekif a Xakûrkê û qada Berxelê ya Avaşînê bombe kir. Derbarê bombekirinê agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.