Li Colemêrgê jin bi dirûşma 'Em xwe diparêzin' daketin qadan

Li Colemêrgê, di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de çalakiyek hate lidarxistin.

Di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de ku beriya demeke kurt ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate destpêkirin, li Colemêrgê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku li pêşiya avahiya HDP'ê ya bajêr pêk hat, pankarta bi nivîsa "Em xwe diparêzin" hate hildan.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê tevlî bûn.

Jinên ku bi kincên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn govend gerandin.

Piştre li avahiya partiyê daxuyaniyek hate dayin û bang li jinan hemûyan hate kirin ku piştgiriyê bidin kampanya wan.