Li Colemêrgê di nava 9 mehan de 21 bûyerên întiharê

Li navend û navçeyên Colemêrgê di nava 9 mehên dawî yên sala 2023'an de herî kêm 21 bûyerên întiharê qewimîn.

Li Colemêrgê ku bi nifûsa xwe ya ciwanan a bi rêjeya ji sedî 22.8'an yek ji bajarên herî ciwan e, di nava 9 mehên dawî de 21 kesî xwe întihar kirin. Piraniya kesên xwe întihar kirin jî jin û ciwan bûn. Bi taybetî li Şemzînanê bûyerên întiharê zêde bûne.

Tê gotin, zêdebûna bûyerên întiharê yên li Colemêrg û navçeyên wê, pêwendiya xwe bi bikaranîna narkotîkê heye. Bi taybetî bi rêya çeteyên narkotîkê yên ku pişta xwe dispêrin leşker, polîs û cerdevanan, dema dawî firotina madeyên narkotîkê yên li bajêr zêde bûye.

'WEZÎFEDARÊN DEWLETÊ NARKOTÎKÊ DIFIROŞIN ZAROKÊN ME'

Bavekî ku kurê wî ji ber bikaranîna narkotîkê girtî ye, bi vî rengî qala bûyerê kir: "Xwedî li zarokên xwe derkevin. Çixareyê didin zarok û ciwanan, lê belê madeyên narkotîkê dixin nava wan û bi vî rengî wan hîn dikin. Ciwanan bi vî rengî bi jehrê dixin. Lewma divê her kes xwedî li zarokên xwe derkevin. Me ev êş kişand, lê belê bila bi serê kesekî din neyê. Bi taybetî li Colemêrg û navçeyên wê kesên ku wezîfedarên dewletê ne zarokên me hînî narkotîkê dikin. Piraniya bûyerên întiharê yên li bajêr ji ber bikaranîna narkotîkê û tengaviyê ye."

BÛYERÊN ÎNTIHARÊ YÊN SALA 2023'AN

- 17'ê Îlona 2023'an ciwaneke bi navê Dîlan întihar kir.

- 16'ê Îlona 2023'an hate îdîakirin ku ciwanekî bi navê R. Akdag li mala xwe ya li taxa Pehlîvan întihar kiriye. Li gel hemû hewldanên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê nekarî bê rizgarkirin.

- 14'ê Îlona 2023'an hate îdîakirin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwanê bi navê Mevlut Basmaci xwe darve kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.

- 10'ê Îlonê li gundê Nehrî yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dayika du zarokan Şîlan Atîs (25) a zewicî ji ber sedemeke nediyar xwe darve kir û dawî li jiyana xwe anî.

- 28'ê Tebaxê hate îdîakirin ku li gundê Mekuke yê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ciwanekî 16 salî întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.

- 17'ê Hezîranê li taxa Bûlak a li navçeya navendî jin a bi navê A.K.Y. ku tevî malbata xwe dima, întihar kir.

- Li gundikê Girik ê gundê Qadana yê navçeya Şemzînanê di 4'ê Hezîrane de Ensar Tore ya 19 salî li axureke nêzî mala xwe darvekirî hate dîtin û jiyana xwe ji dest da.

- 30'ê Gulanê li gundê Harûna yê navçeya Şemzînanê Evliya Sala ya 17 salî li axura nêzî mala xwe darvekirî hate dîtin û jiyana xwe ji dest da.

- Li Colemêrgê di 18'ê Adarê de V.Y. ku 21 salî bû û diçû zanîngehê ji qatê 5'an ê avahiya lê dima xwe avêt û întihar kir.

- Li navçeya Geverê Kajîn Derelî ya 30 salî 18'ê Adarê întihar kir. Li gorî îdîayê Kajîn Derelî gule berda serê xwe û întihar kir.

- 5'ê Adarê li bajarokê Dêz ê Colemêrgê Zîlan Tûran a 20 salî li mala xwe bi çekê întihar kir.

- 3'ê Adarê li Dêzê B.D. a 17 salî li dareke nêzî mala xwe xwe darve kir. Ji malbata B.D. kesek din jî beriya 5 mehan xwe bi çekê întihar kiribû.

- 20'ê Çileyê Ferhat Atilgan ê 26 salî ku ji bo îfadeyê çûbû edliyeya Geverê, piştî ku bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hate kirin, xwe ji qatê 3'emîn a edliyeyê avêt û întihar kir.

- 20'ê Çileyê li gundê Çem ê Çelê jina bi navê Z.T. a 32 salî xwe darvekir û dawî li jiyana xwe anî.

- 25'ê Çileya 2023'an li taxa Bûlak a Colemêrgê Mûrat C. li Navenda Lêgerîna Lezgîn a 112'an geriya û îdîa kir ku hevjîna wî Mûhbet C. qirika xwe jêkiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Mirina bi guman a Mûhbet C. weke întiharê hate qeydkirin.