Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin

Walîtiya Colemêrgê, bi hinceta “ewlekariyê” navend û navçe jî tê de, 30 herêm qedexe kirin.

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekî ragihand ku li 30 herêmên girêdayî navend û navçeyên Colemêrgê heta 15 rojan hatine qedexekirin.

Daxuyaniya walîtiya Colemêrgê ya di derbarê ‘Herêmên Taybet ên Ewlehiyê’ de wiha ye: “Di dorhêla qanûna herêmên leşkerî yên hatî qedexekirin de; li 30 herêmên dikevin ser sînorê navenda bajêr, navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê, di navbera 09’ê Gulan û 23 Gulana 2018’an de weke ‘Herêmên Taybet ên Ewlehiyê’ hatine ragihandin û bê destûr ketina welatiyan a van herêman hatiye qedexekirin.