Li Colemêrg û Mêrdînê 13 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Colemêrg û Mêrdînê lidar xistin de 13 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Colemêrg û Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê diyar kir, her ku têkildarî hewl danên artêşa Tirk a dixwaze li herêma Mêrdînê operasyonan lidar bixe agahî girtin, wê bi raya giştî re par ve bike.

HPG’ê, têkildarî tevgera operasyonên meha Çile û Sibatê, her wiha têkildarî detayên operasyona 20’ê Adarê li Nisêbînê hatî destpêkirin ev agahî da:

“12’ê Çileyê lerşerên artêşa Tirk li gundên Evşê û Erbo û gundên dergorî Nisêbînê dest bi operasyonekê kiribû. Ev operasyon bê ku encamekê bigire vekişiyane.

20’ê Adarê kontrayên ku cil û bergên gerîla li xwe kiribûn li derdorî gundên Badibê, Sêderiyê û Xirbê Mişka yên girêdayî Nisêbîn tevger dikin.

15’ê Adarê leşkerên TC li derdorî gundê Marînê û Xirbê Mişkan 2 sivîl binçav kirne û her wiha gefan li gundiyan dike. Li aliyê din leşkeran jî li navbera her du gundan de xendek kolane.

20’ê Adarê leşkerên Tirk dîsa piştî ku li gundên Hêrînê, Evşê, Erbo, Sêderiyê, Hebabê, Badibê, Xirbe Mişka, Marînê, Sirincik, Gırêmira û Gerîsora yên girêdayî Nisêbîn qedexeya derve îlan kirin û şûnde, li derdorî van gunda dest bi operasyonekî berfireh kirine. Di saetên piştî nîvro saet 14:30’an bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên Kobra li devera Şehîd Felat, Şehîd Mervan û Şehîd Reşo leşker danîne û operasyon berfireh kirine.

Dema ku operasyon gihişte herêma Bagok ku xebatên lêgerîn û lêkolînê dikirin 21’ê Adarê di saet 15:15’an de baskekî yê operayonê ji aliyê gerîlayên me ve tê hedef kirin û di navberekî kin de lê dixin. Di şerê li vir de hevalê me Dijwar şehîd dikeve, gerîlayê me yê bi navê Bahtiyar jî bi awayekî birîndar heta guleya xwe ya dawî şer dike û şehîd dikeve.

22’ê Adarê JOH ên ku li herêma Girê Şehîd Nîhat bi cih bibûn, gerîlayên me li dijî wan çalakiyekî bi bandor lidar xistine. Di encam lêdana xurt a li ser çeperekî û konekê de 3 JOH hatine kuştin.

Ev operasyon 25’ê Adarê vekişane.

‘DIVÊ BI TI AWAYÎ BI NIYETA NÊÇÎRÊ NEKEVIN BEJAHIYÊ’

Li tevahiya Mêrdînê ji aliyê çeteyên Tirk ve di bin navê çûyîna nêçîrê de gelek sîxur ji bo agahî û bejahiyê nas bike dişînin herêman. Em bang li gelê herêmê dikin ku li dijî tevgerên di bin navê çûna nêçîrê de ya li van herêman bi hestyar bin û bi ti awayî bi navê nêçîrê nekevin bejahiyê.”

LI DIJÎ QEREQOLA GEYKOZÊ ÇALAKÎ

HPG’ê diyar kir ku 27’ê Adarê li dijî Qereqola Bêykozê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek hatiye lidarxistin. HPG’ê wiha got: “Dema ku di saet 07:00’an de gerîlayên me nêzî qereqolê dibûn, tîmekî ya dijmin ferq kirine. Gerîlayên me di saet 13:00’an de ev yekîne bi temamî xiste bin kontrola xwe de û çalakiya bi dizî lidar xistin. Di çalakiya hate lidarxistin de bi çeka RPG-7 û ferdî bi awayekî pir xurt li vê tîma veşartî hate xistin. Li vir 3 leşker hatin kuştin. Her wiha gerîlayên me bi çekên giran û ferdî jî li yekîneya ku xwedin bi hewara leşkeran ve jî bê xistin û li vir 7 leşker hatin kuştin û leşkerek jî hate birîndarkirin. Her wiha şerê li vir nêzî nîv saetê dewam kiriye. Di şerê li vir de têkildarî agahiyên zelal ên kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Di dema vegerê de gerîlayekî me ji komê qût bûye. Piştî çalakiyê qereqolên derdor di saetên şevê de bi obus û hewanan derdor bomberdûman kirine.”

NASANMEYA 2 GERÎLAYÊN KU JIYNA XWE JI DEST DANE

Nasnameya 2 gerîlayên ku di şerê li Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn wiha ne:

Nasnav: Bahtiyar Erîş
Nav û Paşvan: Serkan Alpsar
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê- Bav: Fatma - Adil
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/21’ê Adara 2017 

***

Nasnav: Dijwar Herekol
Nav û Paşvan: Alî Bûrak Sayir
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê- Bav: Serfiraz - Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/21’ê Adara 2017