Li Colemêrg û Îdirê gerîlayan çalakî li dar xistin

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên di 8-11’ê Îlonê de li Colemêrg û Îdirê hate lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev tişt hate diyarkirin.

LI ÇELÊ ÇALAKIYEKE BI BANDOR

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, di 10’ê Îlonê de saet di 11.30’an de li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Xeregolê yê Çelê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi awayekî xurt li çeperên dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye. Artêşa dagirker êvarî bi helîkopterên Skorksky mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye.

“YJA-STARÊ ÇALAKIYEKE SÛÎKASTÊ LI DAR XIST

Di 8’ê Îlonê de saet di 12.00’an de YJA-Starê li dijî artêşa Tirk a li Geliyê Deştanê ya Çelêya Colemêrgê çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek mir.

LI ÎDIRÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin, hêzên me di 11’ê Îlonê de saet di 07.40’an de li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ya li Qada Dîlûcû çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

LI GABARÊ BOMBERDÛMAN

Di 10’ê Îlonê de di destê êvarî de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Berêmir ê Çiyayê Gabarê ya Şirnexê bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de tiştek bi gerîlayê me nehat.”