‘Li Colemêrg, Mûş û Çewligê 22 leşker hatin kuştin’

HPG’ê, ragihand ku di çalakiyên li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Colemêrg, Mûş û Çewligê lidar xistin de herî kêm 22 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li Colemêrg 13, li Mûş 7 û li Çewligê jî 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera wan a fermî ev agahî da:

COLEMÊRG

“6’ê Hezîranê saet 15:00’an, di navbera devera Derava Têlê û Xezalkê de konvoyekî wesayîtan a aîdî artêşa Tirk a dagirker ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi navenda Colemêrgê ve diçû ji aliyê hêzên me ve hatiye hedefkirin. Di encama lêdana xurt a hêzên me ji nêzîk ve ji konvoyên wesayîtên zirxî wesayîta bi tîpa Kîrpî ji rê de derket û hate rûxandin. Wesayîtekî bi tîpa Kobra û TIR’a ku wesayîtekî kîrpî li ser bû hatin derbkirin û neçera man ji herêmê dûr bikevin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 13 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî hatine birîndarkirin. Hêzên me piştî çalakiyê bi sax û silametî gihiştine cihên xwe.

5’ê Hezîranê saet 15:00’an, hêzên me li dijî leşkerên li Qereqola Şkêr ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiye lidar xistine. Di vê çalakiyê de qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.

Hêzên me 6’ê Hezîranê li dijî leşkerên li Qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê kom bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya wesayîta kepçe û wesayîta aîdî kontrayan hate derbkirin de, hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

MÛŞ

3’yê Hezîranê hêzên me li herêma Şehîd Şiyar a Mûşê yekîneyekî veşatî ya artêşa Tirk ku li herêmê xwe bi cih kiribûn û karûbarên kemînê dikin, xistine di bin kontrola xwe de. Hêzên me demekê ev yekîne şopandine, di heman rojê de saet 16:00’an li ser rêya Gundê Dazikomê yekîne dikin hedef û çalakiyekê li dijî wan lidar dixin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 7 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Saet 17:00’an, bi piştgiriya balafirên bê mirov ên keşfê û helîkopteran kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirine, piştre jî artêşa Tirk li qadê dest bi operasyonê kirine.

ÇEWLIG

5’ê Hezîranê saet 17:15’an hêzên me li dijî leşkerên li Qereqola Seter a girêdayî navçeya Korxol a Çewligê çalakiyekî ya sekvaniyê lidar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên Tirk ên li Qereqola Seterê derdora xwe be ketober dan ber obus û hewanan.”