Li Colemêrg, Mersîn û Amedê 21 kes hatin binçavkirin, 6 kes hatin girtin
Li Colemêrg, Mersîn û Amedê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li van her sê bajaran herî kêm 21 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin girtin.
Li Colemêrg, Mersîn û Amedê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li van her sê bajaran herî kêm 21 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê, beriya destpêkirina pêvajoya referandûmê zêde bûn. Li Colemêrg, Mersîn û Amedê, herî kêm 21 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin girtin.
COLEMÊRG
Li navçeya Gever a Colemêrgê Hevserokê HDP'ê Fîkret Tûrgût, Hevserokê DBP'ê Ercan Sevmez, Rêveberê HDP'ê Aydin Koç, Mele Îsa Bor û welatiyê bi navê Şahabetîn Sirma yên ku sergirtina malê de hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan yê li emniyet û dozgeriyê hatin girtin. 5 kesên ku bi idiaya "Alikarî dane rêxistinê" hatin girtin şandin Girtîgeha Colemêrgê.
Her wiha Hevseroka HDP'ê Nûrcan Yaşar, Hevserokê DBP'ê yê Bajêrgehê Mehmet Çapraz û welatiya bi navê Behiye Bakî yên ku 8'ê Tebaxê hatin binçavkirin Yaşar û Çapraz piştî îfadeyên li emniyet û dozgeriyê hatin berdan. Bakî jî bi idiaya "Endama Rêxistinê" hat girtin.
MERSÎN
Li navçeyên Akdenîz, Mezîtlî, Tarsûs, Toroslar û Yenîşehîrê yên Mersînê bi ser gelek malan de hatin girtin. Di serdegirtinan de keyayên taxan, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm hatibû tayînkirin jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê. Ji 2'yê Sibatê heta niha hejmara kesên ku hatin binçavkirin bû 45.
Navên kesên ku hatin binçavkirin ev in: Rêveberê HDP'ê yê berê Serhat Elçîçek, Elîf Efeturk, Mele Hîdayet Aksu, Mele Haci Hasan Çelîk, Mele Mehmet Zekî Etîz, Hevserokê GOÇ-DER'ê ya Akdenîzê yê bi KHK'ê ve hat girtin Reşat Aşan, Abdullah Çapar, Midûrê Park û Baxçeyan a Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm hat tayînkirin. Kamîl Ozdemîr, Şevkî Poyraz, Mehmet Bîtkîn, Selîm Tomak, Ferhat Durduran, Nurettîn Altin, Huseyîn Eren, Mehmet Kîndar Sayin, Hatîce Demîrkiran, Bariş Çoban, Îbrahîm Halîl Kozul, Mazlum Kaya, Ozcan Uzunyol, Haci Yilmaz, Keyayê Taxa Mevlana Nîmetullah Yuksekbag, Mahmut Înce, ÎbrahÎm Ulusal, Taner Îpek, Mucahît Yerler, Bariş Botan Abîş, Halîl Nas, Huseyin Naz, Yilmaz Demîr, Sedat Keleş, Vedat Înan, Vedat Yavuz, rojnamger Dîren Keser, Hevserokê HDP'ê yê Mezîtliyê Mehmet Aslan, Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê yê DBP'î Faîk Eroglu, Hevseroka YAKAYDER'ê ya bi KHK'ê ve hate girtin Emîne Eren, Dogan Peker, Mehdî Tutmaz, Yakup Çaglar, Hevserokê Devrîmcî Partî yê Akdenîzê Ezgî Alemdar, Nîhat Pehlîvanoglu, Aytaç Bîrgul, Emre Kekeç û ji endamên MEDÎDER'ê ya bi KHK'ê ve hate girtin Mele Kazim Çelîk.
AMED
Li navçeya Peyas a Amedê serê sibehê di serdegirtina maleke de kesekî bi navê Cotkar Amara Yurek ê 16 salî hat binçavkirin. Polîsên ku mal belav kirin ji malê komputerek, du flaşên kompûterê, nivîsên ji girtîgehê hatine nivîsandin û gelek CD desteser kirin.