Li Colemerg, Gever, Agirî, Mûşê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

Li Colemerg, Gever, Agirî û Mûşê bi deh hezaran kes bi dirûşma 'teqez em ê bi ser bikevin' ber bi qadên Newrozê ve herikîn.

Li Colemergê berê sibehê gel ji malê xwe derket û ber bi qada Newrozê ve herikî. Gel bi cil û bergên xwe yên netewî yên rengîn ber bi qada Newrozê ve çû, kete ber cihê kontrolê. Gel dema ku gihaşte qadê dest bi dirûşm, lîlandinan kir û goven girêda. Di mîtingê de Wekîlên HDP’ê Felaknas Uca û Lezgîn Botan jî amade ne.

GEVERÊ GUH NEDA QEDEXEYAN

Li Geverê ku par ji ber sedema ‘qedexeya derketina derve’ Newroz lê nehatibû pîrozkirin, berê sibehê li gel hemû astengiyan jî gel ji tax û gundan ber bi qada Newrozê ve, Yenî Stadyûmê ve çû.

Li gel hemû qedexeyan jî gel cil û bergên xwe yên netewî li xwe kir û li ber muzîkê govend girêdan.

AGIRÎ

Li Agirî Newroz li Otoparka Vekirî ya Şaredariyê berdewam dike. Otobês ji ber bînahiyên HDP,DBP’ê radibin û gel bê pere dibine qada Newrozê. Gel li ber muzîkê govendê digirin. Gel panakarta ‘Em ê teqez bi ser bikevin, Newroz pîroz be’ hildaye û her wiha filamayên ‘NA’ jî hildane.

Wekîlên HDP’ê Dirayet Taşdemîr, Berdan Ozturk, Mehmen Emîn Adiyaman û Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik di pîrozbahiyê de axivîn.

MÛŞ

Li Mûşê jî gel ber bi qada Newrozê ve herikî. Walîtiyê duh pankara ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ qedexe kiribû û nehiştin ku bibin qadê. Li gel qedexeya walî jî gel bi rengên xwe ber bi qadê ve diçin.