Li Colemêrg, Şirnex û Agiriyê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Şemzînan, Qileban û Bazîdê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Şemzînan, Qileban û Bazîdê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Daxuyanî wisa ye

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

“Di 1’ê Kanûnê de saet di 13.10’an de hêzên me li dijî qereqola Çemanê ya Şemzînanê Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li wesayîtên zirxî yên di hewşa qereqolê de, li kozik û stargehan dane û di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya kobra hatiye îmhakirin. Di vê çalakiyê de agir bi wesayîta zirxî, avahiya qereqolê û cebilxaneyê ketiye û cebilxane îmha bûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û xwestine agir vemirînin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

LI QILEBANÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ ‘YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ’

Di 30’ê Mijdarê saet di 13.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke taybet a ku ewlekariya leşkeran dike yên ku dixwazin di navbera qereqolên Girê Çete û Girê Vacip a Qilebanê ya bi ser Şirnexê kamerayên mobeseyê bi cih bikin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

LI AGIRIYÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ LEŞKERÊN KU RÊ ÇÊDIKIRIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me di 1’ê Kanûnê de di saet 09.00’an de li dijî dozereke artêşa Komara Tirkiyeyê ya ku dixwest di navbera herêma Gilîdaxê ya Bazîda Agiriyê û Rojhilatê Kurdistanê xebata rê bike, çalakiyeke sabotajê li dar bixe. Di vê çalakiyê de hejmara leşkeran mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Di çarçoveya vê pêngavê de di 2’ê Kanûnê (îro) saet di 08.30’an de kamyoneke ku kontra tê bûn ya ku malzemeyên ji bo lêkirina dîwarê di navbera qereqola Alîbeg û Şilê ya Bazîdê bar kiribû, bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de wesayît îmha bû û kontrayek hate kuştin.