Li Cizîrê qedexeya nû

Li Cizîrê polîsan li cihê kar geriyan û diyar kirin ku wê ji niha û pê ve cihê kar heta seat 24:00’an vekirî be.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan li dikanan geriyan û gotin ku wê ji niha û pê ve cihê kar piştî seat 24:00’an werin girtin. Polîsan têkildarî ‘qedexeyê’ tabîgatek nivîskî nedan û gotin ku biryar ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatiye girtin.

Li ser vê esnafan daxwazname ji Qeymeqamtiya Navçeyê re şandin û hevdîtin bi rayedarên emniyetê re çêkirine. Lê belê esnafan diyar kir ku dîsa jî tiştek bi dest wan neketiye û ji wan re hatiye gotin ev biryar ji bo demeke kurt e.

Diyar bû qedexe li navenda Şirnex û hinek navçeyên wê tê pêkanîn.