Li Cizîrê îfadeya kesên hatin destgîrkirin tê girtin

Li Cizîrê, ji HDP'iyên beriya 3 rojan hatin destgîrkirin, îfadeya 7 kesan tên girtin.

Kesên ku beriya 3 rojan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, îfadeya wan tê girtin.

Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê ya ku ji wezîfeyê hate dûrxistin Berîvan Kûtlû jî di nav de 12 kes beriya 3 rojan hatibûn destgîrkirin. Ji 12 kesên hatin destgîrkirin 5 kes doh êvarê hatibûn berdan.

Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, Cîhan Olmez, Mesût Nart, Mûstafa Dal, Alî Taniş û Mesût Uçkaç li emniyetê îfadeyên wan tên girtin.