Li Cizîrê girtin, Riha û Mêrdînê binçavkirin
Li Cizîrê Cîgirê Hevserokê Şaredariyê Bayik hat girtin. Li Riha û Mêrdînê jî 26 kes hatin binçavkirin.
Li Cizîrê Cîgirê Hevserokê Şaredariyê Bayik hat girtin. Li Riha û Mêrdînê jî 26 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên AKP/Qesrê yên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd bê navber didomin.
ŞIRNEX
Cîgirê Hevşaredarê Cizîrê Metin Bayik, bi ser mala wî de hate girtin û hate binçavkirin. Bayik piştî lêpirsîna wî ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi îdîaya ku "Endemê rêxistinê" ye Bayik sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Bayik de bi heman îdîayê biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
RIHA / MÊRDÎN
Şevê din li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li dijî lojmanên polis û edliyê êrîşa bombeyî pêk hatibû. Piştî êrîşa bi bombeyî li Wêranşar û navçeya Dêrika Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 26 kes binçavkirin.