Li Cizîrê 2 kes hatin girtin

Li Cizîrê bi hinceta teqîna 15’ê Sibatê ji 7 kesên hatibûn destgîrkirin, 2 kes girtin.

Bîrhat Kilici, Gabar Vesek, Mahmut Demîr, Gultekîn Sonmez, Nusret Yildirim û 2 kesên ku navê wan nehatin zanîn ên bi hinceta teqîna li navçeya Cizîr a Şirnex ku 15’ê Sibatê li ser rêya Hezexê pêk hatibû, hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê kirin. Pişît îfadeya li dozgeriyê 4 kes hatin berdan Gaber Vesek û Bîrhat Kiliç bi îdîaya ‘enamtiya rêxistinê’ û ‘Propagandakirina rêxistinê’ hatin girtin.

Vesek û Kiliç şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.