Li Cizîra Botan bi hezaran kes li qada Newrozê ne
Li Cizîra Botan, bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan. Qad ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.
Li Cizîra Botan, bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan. Qad ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.
Şêniyên navçeyê, ku danê sibehê li Kasaphane, Termînal û li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê li hev civiya, li mînîbusan siwar bûn û berê xwe dan taxa Konakê cihê pîrozbahiya Newrozê. Gelek kes jî bi peyatî di ser pira kevn re xwe gihandin qadê. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" dest pê kir. Welatiyan bi şal û şapik, tirgal, xeftan û batuyanî, qada pîrobahiyê xemilandin.
Gelek xwendekaran dibistan boykot kirin û tevlî pîrozbahiyê bûn. Ji ber bendên kontrolê yên li gelek cihên navçeyê, trafîka nava navçeyê xitimî. Polîsên Tirk welatiyên ku dixwazin bikevin qadê, nîv saetê li derveyî qadê disekinînin û piştre dihêlin derbas bibin. Polîsan her wiha dest danîn ser hin pankartên ku wêneyê stêrkê li ser bûn.
Li aliyê din, polîsên Tirk li derveyî navçeyê jî li benda kontrolê ya Sîlopî Botaşê gel sekinandin. Welatiyên ku di du bendên kontrolê re derbas bûn, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo" qîriyan. Qada pîrozbahiyê bi alen HDP û DBP'e hatiye xemilandin. Girseya gel li ber stranan govendê digerîne.