Li Cîloyê çalakiya gerîla, li Bajêrganê operasyon

Hêzên gerîla li herêma Cîloyê li leşkerên Tirk xistin. Artêşa Tirk li Bajêrganê dest bi operasyonê kir.

Hêzên gerîla, duh saet di 11:00 de ji du baskan ve li leşkerên Tirk ên li keleha Perixanê ya li herêma Cîloyê bi cih bûbûn, xistin. Tê gotin, di vê çalakiyê de gelek leşker mirine û birîndar bûne, lê li ser hejmara wan agahiyeke zelal bi dest neket.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê bombe li herêmê barand.

LI BAJÊRGANÊ OPERASYON

Li bejahiya bajarokê Bajêrgan  ê navçeya Gever a Colemêrgê, artêşa Tirk dest bi operasyonê kir. Operasyona ku duh êvarê saet di 18:00 de dest pê kir, dewam dike.

Wekî din, çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk ji duh ve sewqiyata leşkerî li Tûgaya li navçeya Çelê û xeta ser sînor dike. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê jî dewam dike.

OPERASYONA LI XEREGOLÊ

Operasyona li Xeregolê jî, ku artêşa Tirk li hemberî Zapê dike, didome.