Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
LI DIJÎ GIRÊ KORDÎNE ÇALAKIYEKÎ BI DIZÎ
“13’ê Nîsanê di saet 17:00’an de li dijî leşkerên ku li girê Koordîne yê li ser xeta sînorê Çelê yê Colemêrgê çalakiyekî bi dizî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de yekîneyên me bi çeka RPG-7 û bi çekeên ferdî bi awayekî xurd di navberekî kêm de li çeper û konteyniran hate xistin. Dîsa di dema vegerê de yekîneyên me bi hewanan bi dijwarî gir bobmerdûman kir. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.
LI DARA HÊNÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN
4’ê Nîsanê li herêma Pahnê ya girêdayî devera Akdag a girêdayî navçeya Dêra Hênê ya Çewligê hêzên me yekîneyekî dijmin fer kirin, li vir şerekî dem kurt qewimî. Di saet 11:00’an de helîkopterên bi tîpa Kobra herêm ketober bomberdûman kir, helîkopterên Skorsky jî leşker li herêmê danî û dest bi operasyonekê kirin. Dîsa heman rojê di saet 18:30’an de yekîneyekî taybet ê artêşa Tirk kete kemîna hêzên me û li vir 6 leşeker hatin kuştin. Piştî çalkaiyê artêşa Tirk herma operasyonê berfirhe kirin. 6’ê Nîsanê operasyon bi awayekî qismî vekişiya ye.
11’ê Nîsanê balafirên bi tîpa Kobra ya artêşa Tirk herêma Ayi Ormani û Keltepe yên girêdayî herêma Dêra Hênê bomberdûman kiriye û dest bi operasyonekê kirine. Di heman rojê de saet 18:00’an, hêzê me hêzên operasyonê xistin bi kontrola xwe de û saet 21’00’an de ji du balkan ve çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin. Operasyon hê jî didome.
BALAFIRAN ZAPÊ BOMBERDÛMAN KIRIN
13’ê Nîsanê saet di navbera 18:30-19:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk devera Cîloyê Biçûk ê girêdayî Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.”