Li Çewlig û Colemêrgê 'qedexeya derketina derve'
Dewleta Tirk li hin gundên Colermêrg û Çewligê 'qedexeya derketina derve' ragihand.
Dewleta Tirk li hin gundên Colermêrg û Çewligê 'qedexeya derketina derve' ragihand.
Ketin û derketina gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate qedexekirin. Tîmên taybet ên Tirk ketin gundê ku nifûsa wê nêzî 5 hezarî ye û mal bi mal digerin.
Walîtiya Tirk a li Çewligê jî beriya operasyona qada çiyayî û daristanê ya li Başûrê Hênê li 7 gund û 8 taxan 'qedexeya derketina derve' ragihand. Qedexe şevê din saet di 23.00 hate ragihandin. Gundên ku qedexe li ser wan hatine danîn: Dîkpinar, Gerçeklî, Doşekkaya, Uçgul, Kavakli, Debebag û Goztepe û her wiha li taxên bi navê Demîrboga, Karataş, Çekmece, Arakli Yeniler, Ekînlî, Gulluce û Bayramli jî qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Duh li herêmê şer derketibû û di encamê de qorîciyek hatibû kuştin, leşkerek û 3 qorîcî birîndar bûbûn.