Li Çelê 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîn û di encamê de herî kêm 3 leşker mirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên dema dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 22'ê Adarê saet di 14:00 de, hêzên me ji 2 baskan bi çekên giran li girê Koordîne û girê Banê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi roketên RPG-7 derbên giran li 2 kozikan xistin û her du kozik rûxandin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li çeper û konteynirên leşker tê de bûn xist. Hejmara leşkerên li vê derê mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

22'ê Adarê saet di 21:00 de, hêzên me bi du baskan xwe gihandin ser girê Havanê. Di vê çalakiyê de hêzên me bi çekên ferdî û bombeyan li çeperan dan. Di encamê de 2 çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn. Di dema çalakiyê de hevalekî me yê bi lehengî şer kir, şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Ciger Ronî
Nav paşnav: Ciwan Aydin
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ferdane-Feyrûz
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2017 / Colemêrg"

Navenda Ragihandinê bibîr xist, ku li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, yekîneyên metropolan ên HPG'ê di Cotmeh û Mijdara 2016'an de hin çalakî lidar xistin û encamên van çalakiyan ji aliyê wan ve hatibûn eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 16'ê Mijdarê, li taxa Hûrma ya li navenda bajarê Antalyayê di çalakiyê de derbên xurt ekîbên polîsan ên destpêkê hat xistin û 5 polîs hatibûn kuştin. Di dema çalakiyê de şer derket û di vî şerî de hevalekî me şehîd bûbû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd nehatibû eşkerekirin. Ji ber zor û zehmetiyan, bi derengî nasnameya wî tê eşkerekirin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:

Nasnav: Reşît Serdar
Nav paşnav: Mûhammed Dundar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Salîha-M.Salîh
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Mijdara 2016/Antalya

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalê Reşît ku bi welatparêziya li Kurdistanê mezin bû, bi hestên pak tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Hevrê Reşît, dilsoziya bi gelê Kurdistanê re veguherand sekneke mezin a fedayî û li dijî êrîşên faşîzmê veguherand şerê mezin ê tolhildanê. Hevrê Reşît bi vê îdîa û biryardariyê, bi hemû wezîfeyên zehmet rabû û heta şehîd bikeve, ev îdîaya xwe dewam kir. Hevalê Reşît bi jiyan, rêbaza xwe ya milîtaniyê û meşa xwe, sekneke bi mînak bû. Em hevalê Reşît bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin, ku em ê daxwaza wî ya mezin a ji bo têkoşînê bidomînin."