Li çar deverên Dersimê şewat

Li Dersimê piştî operasyonan li Nazîmiyê, Pulumuer û li herêma Hakîsê û derdora gundê Geyiksuyê şewat derket.

Weke tê zanîn gelek caran operasyonên leşkerî yên Tirk bi xwe re şewatan tînin. Herî dawî li derdora gundê Dokuzkayalar a navçeya Nazîmiyê, li gundê Uzuntarla a geliyê Pulumurê, li herêma Hakîs tû derdora gundê Geyîksuyê şewat derket. Amûra Bêmirov a Hewayî ya Çekdar (SÎHA) ji Tîrmehê ve bejehiya Dersimê bombe dike, her wiha topên hewanê û helîkoptêrên kobra jî qadê bombe dikin û ev jî dibe sedema şewatê. Herî dawî li derdora gundê Dokuzkoylerê şewat derket û bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin ku şewat were tefandin.

Serokê Komeleya Gundê Dokuzkayalarê Huseyîn Akgul got şewata ku ev 10 rojan dom dikir ji ber xwe ve vemirî lê dîsa şewat derxistine. Aygul got şewatê xwe li milkê taybet xistiye û got, ‘’Goristanên me dişewitin, darên me yên fêkî, deverên milkên taybet dişewitin. Li ber çavê me malê me dişewite lê mudahele lê nakin. Dema ku deverek vedimire li devereke dî şewatê derdixin. Ev şewatê ku derdixin wê çareseriyê ji çi re bîne?’’

LI 100 DEVERÎ ŞEWAT DERXISTIN

Şewartên li Dersimê yên ji ber operasyonên leşkerî di malpera fermî ya Midûrîyeta Giştî ya Daristanê de, di beşa ‘Şewatên Daristanan’ de xuya jî nake. Her wiha Midûrîyeta Daristanê ya Bajêr tîmên agirkuj bi hinceta ‘ewlehiyê’ neşandin deverên şewat lê heye ku weke ‘şewatên sedema wan nayê zanîn’ tê binavkirin.

Aktîvîstê ekolojiyê Haydar Çetînkaya derbarê mijarê got, ‘’2017’an di tomarên fermî de nebe jî, li gorî daneyên ber destê me li Dersimê li 20 herêmên cuda nêzî 100 şewatên daristanê derketine. Tê texmînkirin ku di van şewatan de 800 hekrar ziyan dîtiye.’’