‘Li Bradostê guleya dawiyê li dijmin bidin’

Gerîlayên PKK’ê ragihandin ku  ruhê 15’ê Tebaxê serkeftina azadiyê mîsoger dike.

Gerîlayên YJA- Star û HPG’ê yên ku li qada Bradostê li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin û dagirkeriyê asteng dikin, roja 15’ê Tebaxê serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li tevahî berxwedêrên ku di vî şerê azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtine û tê de cih digirin pîroz kirin.

Gerîlaya YJA-Starê Dîcle Kobanê bal kişand li ser moral, coş û ruhê ku îro xwe di têkoşîna gerîlayan de dide nîşandan û got; “Ev ruh ji bo şoreşa Rojava jî derbasdar e û ruhê Egîdan e. Eger ku îro em li van mewziyan li ber xwe didin û bi hevaltiyek wisa vê berxwedanê dimeşînin, ev bi saya mîrateya Egîdan gengaz bûye. Îro li dijî qada Bradostê jî heman hewldanên dagirkeriyê hene. Li hember hemû teknîka wan em li vir berxwedana xwe dikin. Bila Erdogan jî bizane ku em ê di sala 2018’an de dawiyê li wî bînin.”

‘15’Ê TEBAXÊ HÊVIYEK BÛ’

Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Ertoşî, pêngava 15’ê Tebaxê wekî hêviyê pênase kir û got; “Ev hêvî îro jî di serî de qada Bradost, ji bo hemû Rojhilata Navîn wekî hêviyek gelekî mezin girîngiya xwe diparêze. Li ser vî esasê hatiye avêtin, tiştê li pêşiya me mezinkirina têkoşînê û berxwedanê ye. Îro em jî vê têkoşînê, li vê qadê li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk di astek mezin de dimeşînin. Em ê vî ruhî li vê qadê bi vê berxwedana xwe ve zindî bihêlin û Rêber Apo bigihînin azadiya wî ya fîzîkî.”

‘EMÊ GULEYA DAWÎ LI MÊTÎNGERÎ Û DAGIRKERIYÊ BIDIN’

Gerîlayeke din a YJA-Starê Evîndar Kurdistan bal kişand ku îro şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin bi ruhê Egîdan tê meşandin û wiha axivî; “Hevalê Egîd çawa ku li Dihê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi guleya yekemîn dest pê kir, em ê jî li vê qadê bi guleyek dawiyê ve dawiyê li vê mêtingerî-dagirkeriyê bînin. Tenê îdeayek me heye, ew jî serkeftin e.”

‘BI RÛHÊ 15’Ê TEBAXÊ SERKETIN A GELÊN KURDISTANÊ YE’

Gerîlayekî din ê HPG’ê Sîdar Malazgîrt destnîşan kir ku bi hemleya 15’ê Tebaxê, guleya yekemîn ve li dijî dagirkeriyê hêza gelê Kurd hat nîşandan û wiha axivî; “Îro hêza gelê Kurd bi pêşengtiya PKK’ê ve li ser vî bingehî bilind bûye û heta roja me jî dewam kiriye. Ev ruhê fedaî ya ku ji hevalê Egîd hatiye girtin, li her çar parçeyê Kurdistanê gihiştiye asteke girîng. Îro ev ruh, li ser xaka Bradostê jî li hember dagirkerî û nokeriyê şerekî mezin dimeşîne. Eger ku dewleta Tirk tevî ewqas teknîk û hejmara xwe ve nikaribe li beramberî vê îradeya gerîla li ber xwe bide û rojane derbeyên mezin dixwe, bi saya vî ruhî ye. Bi vî ruhî jî ew ê serkeftin a gelên Kurdistanê be.”