Li Bismilê polîsan li zarokekî 8 salî xistin

Li navçeya Bismilê ya Amedê polîsên Tirk li zarokekî 8 salî xistin.

Bûyereke tundiya polîsên Tirk a li zarokên Kurdan mîna li Nisêbînê, li navçeya Bismil a Amedê jî rû da.

Li gorî agahiyan, polîsên Tirk li taxa Şentepeyê êriş birin ser zarokan.

Di dema qedexeya derketina derve de roja 9'ê Gulanê zarokên ji 7 heta 9 salî yên li ber mala xwe dilîstin, dema ku polîs dîtin reviyan. Polîsên Tirk jî dan pey zarokan, zarokê 8 salî E.M. zevt kirin û bi sîleyan lê dan.

Zarokê ku gelekî tirsiya bi girî vegeriya mala xwe û malbata wî jî ji ber tirsa avêtina ji kar neaxivî.

Têkildarî vê tundiya polîsan dîmenek nehate bidestxistin.