Li Biradostê rêyeke nû ji bo dagirkeriyê tê çêkirin
Dewleta Tirk a dagirker li Biradostê rêyeke nû ji bo dagirkeriya xwe çêdike.
Dewleta Tirk a dagirker li Biradostê rêyeke nû ji bo dagirkeriya xwe çêdike.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker ji bo karibe qadên li Başûrê Kurdistanê dagir kiriye hîn fireh bike, rêyeke nû çêdike.
Ji dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin, tê dîtin ku li herêma Biradostê ya Hewlêrê bi makîneyên kar rê tê çêkirin.
Dagirkeran li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 80 baregehên leşkerî û îstîxbaratî ava kirin. Hikumeta navendî ya Iraqê û PDK li hemberî êrîşên dagirkeriyê û karên dewleta Tirk ên li herêmê xwe bêdeng dikin.