Li Binarê Qendîlê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn

Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê jinan daxuyanî da û banga têkoşîna hevpar li dijî zilmê, li jinan kir.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê dest pê bûn. Di vê çarçoveyê de li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Awaz Îsmaîl axivî û diyar kir ku daxwaz ji hemû jinên cîhanê dikin ku xwedî li azadiya xwe bibin xwedî û bi erka xwe rabibin û got: “Ji ber ku jin her roj rû bi rûyê destdirêjî, kuştin û girtinê dibin, dixwazin îradeya me bişikînin û çanda xwe li ser me ferz bikin, divê jin yekgirtî bin û bi hev re li ber zilmê rabibin.“