Li Binarê Qendîl û Mexmûrê DYA hate protestokirin

Biryara rêveberiya DYA ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Binarê Qendîl û Mexmûrê hate protestokirin.

Biryara Wezareta Karê Derve ya DYA’yê ya li dijî pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mûrat Karayilan ji aliyê welatiyên Binarê Qendîlê ve hate protestokirin.

Di çalakiyê de Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîl Gulale Osman daxuyaniyek li ser navê Encûmena Gelê Binarê Qendîl xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Her sê şoreşgerên Kurd ne tenê rêveberên PKK’ê ne, pêşengehên hemû şoreşa gelê Kurdistan û mirovahiyê ne. Ji bo vê pêwîste gelê Kurd û dostên azadîxwaz li dijî vê biryara Amerîka bêdeng nemênin û helwesta xwe nîşan bidin. Bila nebin hevkarê rejîma faşîst a Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiye yê. Em welatî û Encûmena Gelê Binarê Qendîlê vê biryara faşîstane şermezar dikin û li hemberî vê biryarê ne. Em pêşengehên xwe nadin destê dijminên gelê Kurd û Kurdistanê.”

Em bang li gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistan û aliyên siyasî dikin daku nebin hevkarê dijmin û nebin beşek ji xiyaneta mezin a hemberî Kurdistan. Divê her takek Kurd li hemberî vê biryara ne exlaqî raweste. Em carek din bang li Hikûmeta Herêma Kuridstan û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin daku helwesta xwe li hemberî vê biryara eşkere bikin û êdî bêdeng nemênin.”

XWENDEKARÊN MEXMÛRÊ JÎ PROTESTOKIRIN

Xwendekarên Mexmûrê jî biryara DYA’yê protestokirin.

Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê Rêvebera Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay Gulistan Tûnç ve hate xwendin û ev tişt hate gotin:

 “Ev êrîşa dawî jî berdewaniya Komploya Navnetewî ye. Destpêkê li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîd giran kirin. Niha jî her sê rêheval û pêşengên me weke hedef nîşan didin. Ev carekî din rûreşî, bêrûmetî û bêexlaqiya hêzên destehiledar û Amerîka nîşan dide.

Yekbûn û têkoşîna xwe bilind bikin da ku em bigihîjin serkeftinê. Tu hêzên desthiledar bila xeyalên vala nekin. Wê nikaribin îradeya me bişikînin û me têk bibin. Em yek dil in yek ruh in yek parçe ne. Hemû zarokên Kurdan, keç û xortên ciwan û mirovatiya pêşverû wê bibin Ocalan, Karayilan, Bayik û Kalkan.”

Em xwendevan û mamosteyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, di hemû kêliyên zor û zehmetiyan de, li ser piya mane. Me şeref, rumet û kerameta xwe parastiye. Serkeftin a birdoziya Rêber Apo ye, serkeftin ya gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye.”

Daxuyani bi diruşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî tekoşîn û berxwedana PKK‘ê”, “Bimre komploger, hêzên desthiledar û DYA” bi dawî bû.