Li berxwedana Kobanê efsaneyeke Cûdî: Gelhat Gabar
Medya Doz, hevrêya fermandar Gelhat diyar kir, fermandarê çiyayên Botanê Gelhat li Kobanê bûye efsaneyek û got, "Gelhat, qedera şerê Kobanê guherand."
Medya Doz, hevrêya fermandar Gelhat diyar kir, fermandarê çiyayên Botanê Gelhat li Kobanê bûye efsaneyek û got, "Gelhat, qedera şerê Kobanê guherand."
Doz diyar kir Gelhat Gabar (Ercan Kaya) ku li Dihê ya Sêrtê 1975’an ji diya xwe dibe, hê di ciwantiya xwe de berê xwe dide çiyayên Botanê, tevlî nav têkoşînê dibe û dibêje, fermandar Gelhat ew fermandarekî qeyîm ê çiyayên Kurdistanê yê Gabar, Zagros, Cûdî bûye.
Doz dibêje Gelhat li gelek qadên Kurdistanê bi fedakariyeke mezin têkoşiya ye, ew fermandarekî mînak, hevrê û mirovekî têkoşînê bûye.
'BI JIYANA XWE FERMANDARÎ DIKIR'
Doz ku di fermandariya wî de cih digirt der barê Gelhat wiha dibêje: "Fermandar Gelhat kar nedida kirin, dikir û dikir ku hevalên wî jî bikin. Fermandarê Çiyayê Gabarê Gelhat, ji bo hevrêyên xwe, şervanên xwe nêçîr dikir, ji daran fêkî dida hev û xwarin peyda dikir. Li cihê ku Gelhat lê hebû neçarî, neçareserî nedibû. Gelhat bi pratîka xwe diafirand, hildiberand, birêxistin dikir û fermandarî dikir."
Doz destnîşan dike, fermandar Gelhat dema ku jiyan hîn dikir, fermdarî dikir bi rêbazên afirîner tevdigeriya û wiha didomîne, "Fermandar Gelhat carinan bi henekan, carinan herî li pêş bi kar ve baz dida, carinan bi hêrsbûnê lê bêyî ku qet germahiya hevrêtiyê ji bîr bike em perwerde dikirin, diguherandin."
HERÎ DAWÎ LI ZAGROSÊ
Doz diyar dike herî dawî li Zagrosê sala 2011’an fermandar Gelhat dîtiye û vê wiha dibêje, "Gelek sal di ser re bihurîbûn. Gelhat bi biryardarî û ewlebûna xwe ya her carê hate qadê. Li gorî demên berê min ew hinekî aramtir dît. Berê, dema ku tiştek dikire serê xwe, bêyî ku tiştekî zêde ji hinan re bibêje, dikir. Lê vê carê min dît biryarên ku hatibûn standin bi hevalan re nîqaş dikir, li fikrên wan dipirsî. Min dît ku gihaştîbûn, tevlêkirina hevalên xwe yên li nav biryarstandinê jî tevlê taymendiyên fermandarê afirîner, zîrek bûne ku bi jiyana xwe hîn dikir. Gelhat bi her halê xwe fermandarî ji me re dikir û pêewlebûn dida me."
Doz a di vê lihevrasthatinê de diyaloga xwe ya bi Gelhat re wiha dibêje, "Ji mêj ve bû me û Gelhat hev nedîtibû. Dema ku çav li min ket, bi ken got, 'Heval Medya, mirov ji hevalê xwe re diyarî nayîne?' Min jî got hesteyek diyarî wî kiribû ku li ser 'Amed' dinivîsî, pir kêfa wî hatibû û heste şanî hevalan dida."
Doz diyar kir cara dawî 2012’an bi Gelhat re hev dîtiye û dibêje, Fermandar Gelhat piştî vê çûye çiyayê Cûdî û ev bû cara dawî ku wî dibîne.
'FEDAKARIYA WÎ NE CIHÊ NÎQAŞÊ BÛ'
Doz tîne ziman, cara wî jê re gotiye bila li xwe miqate be û Gelhat jî gotiye, "hewl nedin ku hevalên berê biparêzin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin". Doz wiha didomîne, "Fermandar Gelhat li gel ku ev qasî ber xwe dida, li gel ku tim li pêş bû, ti caran nedigot, ‘bila hinekî yên din bikin’ Ti metirsiya siberojê ya fermandar Gelhat nebû, metirsiya xweparastinê nebû, fedakar bû û ev nedihate nîqaşkirin."
DI PARASTINA KOBANÊ DE
Gelhat Botan piştî 22 salên xwe li çiyayê asê û şerê giran ê Kurdistanê û Botanê derbas kir, bi fermandariya mînakî, tê Kobanê. Gelhat ê ku her demê fermandarê qadên dijwar, eniya şerê giran bû, ji bo parastina Kobanê li herî pêş bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di Cotmehê de diketin Kobanê, di heman rojan de 14’ê Cotmehê Gelhat Botan, bi rihê têkneçûyî yê Botanê tê Kobanê. Dema ku Gelhat tê Kobanê, dema herî giran a şer û demên herî kiritîk bûn ku tevahiya jiyana wî ya têkoşînê bi vî rengî derbas bûbû. Çeteyên DAIŞ’ê ji Kaniya Kurdan ketibûn Kobanê, beşekî mezin ê bajêr dagir kiribûn û ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve diçûn. Li vê eniyê rojhilat şer herî giran û tund bû û Gelhat çawa ku tê, li vê eniyê dikeve nav berxwedanê.
Hê di roja pêşî de li ser rewşa eniya rojhilat bandora Gelhat diyar bû. Hemû hewldanên êrîşê yên çeteyên DFAIŞ’ê bi pêşengtiya Gelhat hatin pûçkirin. Dema ku şer bi hemû giraniya xwe dom dikir, Gelhat, weke ku li Botanê kirî, dîsa herî li pêş bi berxwedanî nîşanî şervanên xwe dide bê ka divê berxwedan çawa were kirin.
SINGE SING LI DIJ DAIŞÊ ŞER DIKIR
Gelhat di malekê de singe sing bi çeteyên DAIŞ’ê re şer dikir, mal tê dorpêçkirin. Gelhat ku bi bêtêlê rewş radigihand digot, ew ê heta dawiyê li ber xwe bide. Şervanên ku dengê biryardar ê fermandar Gelhat bihîstin tevdigerin, dorpêçê dişkînin, dîwêr qul dikin û Gelhat ji wê malê derdixin.
BÎNAHIYA KU GELHAT LÊ YE DIBE KELA DIMDIMÊ
Gelhat li eniya rojhilat hevsengan diguherîne. Di rojên pêşîn de bû xweyî ristekî girîng ku gelek caran êrîşan bişikîne û piştre eniya rojhilat li binahiyeke bi rê ve dibir ku di şerê Kobanê de weke Keleha Dimdimê wê bihatana binavkirin. Çeteyên DAIŞ’ê gelek caran êrîşên giran bi ser vê bînahiyê de tînin, li bînahiyê cihê ku qul nebûyî, bombe lê neketî namîne lê fermandar Gelhat û şervanên wî vê bînahiyê bernadin û bi berxwedana xwe ya bêhempa her carê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dişikandin. Şervanên YPG’ê ku şahidî ji vê berxwedana bêhempa re kirin piştre ji vê bînahiyê re 'Keleha Dimdimê' dibêjin. Bîna li van rojan jî bi hemû şopa şer û berxwedanê weke semboleke berxwedana Kobanê dimîne.
FERMANDAR GELHAT: ÊDÎ EM Ê ÊRÎŞ BIKIN
Fermandar Gelhat, dibêje êdî li dijî êrîşên DAIŞ’ê divê dest bi pêngavê bikin, li şûna ku bersivê bidin êrîşên wan, komên ku êrîşê bibin amade dike û beriya ku DAIŞ êrîşê bike darbên giran li wan dixe. Bi vê pêngavê re êrîşên DAIŞ’ê yên li eniya rojhilat roj bi roj têne paşxistin lê giraniya şer kêm nabe. Fermandar Gelhat êdî li Kobanê ketibû roja xwe ya 15’an de. Gelhat di şerê Kobanê de, di demek kurt de bandora xwe nîian dide, bi baweriya ku dayî hevalên xwe, bi tevlêbûna xwe ya herî li pêş, dibe kana moral û hêzeke mezin.
DIBE SEMBOLEKÎ BERXWEDANÊ
Gelhat 29’ê Cotmehê, bi roj li bînahiya ku weke Keleha Dimdimê tê binavkirin komên ku êrîşê bikin amade dike. Gelhat ku komê êrîşa ya pêşî bi cih dike, ew jî tevlî koma duyê ya êrîşê dibe. Hevalên wî dibêjin divê ew şer koordîne bike û di koma êrîşê de cih negire lê ew dibêje, 'şervan bi piranî ciwan in û nû ne. Divê ez bi wan re bim' û red dike. Gelhat di koma duyê ya êrîşê de tenê cih nagire, li herî pêş bi çeka xwe cih digire. Demekê bi Bisîvîngê diçe ser bên û darbeyên giran li çeteyan dixe. Fermandar Gelhat di nav şer de, dema ku dixwaze cihê xwe biguherîne bi siûqastê şehîd dibe.
Fermandarê qeyîm ê Gabar, Zagros û Cûdî Gelhat, di berxwedana kurt a Kobanê de dibe efsaneyek. Geşedanên ku di demeke kurt de Gelhat li Kobanê pêk anî, şikandina ku di DAIŞ’ê de pêk anî û bi giyanê ku di şervanê xwe gerandî efsaneyên lehengiyê yên ku di gotebêjiyên Cûdî de mirov li wan dikare rast were, li Kobanê pêk tê. Gelhat dibû giyanê berxwedanê ya Botanê ku li Kobanê pêk hatî.
'PIŞTÎ GELHAT ENIYA ROJHILAT JI DAIŞÊ RE BÛ DOJEH'
Şervana Fermanar Gelhat, hevrêyê wî yê têkoşînê Medya Doz, dibêje, piştî şehîdbûna Gelhat eniya rojhilat ji DAIŞ’ê re dibe dojeh, şervanên wî tola mezin a Gelhat ji DAIŞ’ê hilanîne. Doz diyar dike, di demeke kurt de di şerê Kobanê de Gelhat bûye xweyî bandoreke diyarker, di serkeftina berxwedana Kobanê de Gelhat yê li herî pêş e.
Doz dibêje, giyanê Gelhat li çiyayên Kurdistanê û kuçeyên Kobanê wê her tim jîndar be.
SIBE: Şehîd Evîndar