Li Berwarî terora leşkeran

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê leşker û cerdevanan operasyon dan destpêkirin û di dema operasyonê de leşker û cerdevanan nehiştin şênî ji malên xwe derkevin.

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê bi tevlibûna leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Wezareta Karên Hundir têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku 530 leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne.

Operasyon, li herêma Mansurê hatiye destpêkirin û çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku leşker destûrê nadin ku şêniyên herêmê ji malên xwe derkevin. Gundiyên ku nikarin sewalên xwe bibin ser avê jî, gefa girtinê li wan tê xwarin.

Şêniyên herêmê dan zanîn ku operasyon bi helîkopter û balefiran didome û diyar kirin ku tu ewlehiya can û malê wan nîne.