Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li bejahiya Dêra Hênê operasyon

Li Çiyayê Spî (Akdaglar) a bejahiya navçeya Dêra Hênê bi beşdariya deh hezaran leşker û cerdevanan operasyonekî berfireh hatiye destpêkirin.

Li Çiyayê Spî yê herêma çiyayî ku girêdayî gundê Sîwan ê girêdayî navçeya Dêra Hênê ya Çewlikê bi beşdariya deh hezaran tîmên taybet operasyonekî leşkerî hatiye destpêkirin. Li herêma operasyonê xebatên lêgerînê hatine destpêkirin, dîsa hat îdîakirin ku tîmên taybet li herêmê xwe veşartine. Dema ku operasyona leşkerî dewam dikir, di saetên sibehê de operasyona li Çiyayê Spî dijwar bû û hat diyarkirin ku bi sedan cerdevanên herêmê weke teqwiye ji bo wê herêmê hatine şandin.

Hat diyarkirin ku li gel operasyona leşkerî Tabûra Yayla û Tabûra Tabantepa yên li ser rêya Çewlik-Amedê jî amadekariyên beşdarbûna operasyonê dikin.