Li Bedlîsê 4 kes hatin girtin

Beriya bi dur rojan li navenda Bedlîsê û li navçeyên wê Tetwan û Norşînê polîsên Tirk bi çarçoweya qirkirina siyasî bi ser malan de girtibû û 11 kes destgîr kiribûn. Ji van 11 kesan 4 kes hatin girtin.

11 kesên ku beriya bi 2 rojan li Bedlîs navend û navçeyên wê Tetwan û Norşînê ji hêla polîsên Tirk ve hatibûn destgîrkirin, birin Edlîyeya Bedlîsê.

Dozgeriya Tirk 11 kes bi îdîaya 'endamê rêxistinê ne', bi daxwaza gritina wan şande dadgehê.

Hevserê namzeta Hevşaredariyê ya Tetwanê ya HDP'ê Serap Çakma Genç Malgir Çakmak, Cahît Kaçan, Îsa Erkoç û kesekî dî ku navê wî diyar nebû bi îdîaya ku 'endamên rêxistinê ne'' hatin girtin û ew birin Girtîgeha Bedlîsê.